Kovara Jin bi berga ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket

Hejmara 42’an Kovara Jin a ku bi berga "Dê ev roj ji bîra we dernekevin!" derket, bal kişand ser çîrokên jinên di berxwedana rojiya mirinê ya 19'ê Kanûnê de.

Navenda Nûçeyan-Hejmara 42'an a Kovara Jînê ku her hefteyê roja Yekşemê tê weşandin, bi sernavê “Dê ev roj ji bîra we dernekevin" hate weşandin. Di hejmara kovarê ya vê hefteyê de bîranîn û şahidiyên jinên piştî “Operasyona Vegera Jiyanê (Hayata Donuş)" a 19’ê Kanûna 2000’an de ketine rojiya mirinê û êrişên li wan hatine kirin, raxist ber çavan. 

Sernavên di hejmara nû de wiha ne:

* 12 Roj / Oya Açan

* Di bin çavdêriya Netew-dewletê de mafê perwerde û zimanê zikmakî / Şukran Demîr

* Maryam Abu Daqqa: Rêwîtiya vegera Filîstînê / Capire - Werger

* Çîrokên min / Ayşe Çelîk