“Koronayê li Mixribê rêjeya jinan di bazara kar de kêm kiriye”
Lêkolînek analîtîk ku ji aliyê Midûriyeta Lêkolîn û Pêşbîniyan a Wezareta Aborî û Darayî ya Mexribê ve hat weşandin, eşkere kir ku beşdarbûna lawaz a jinan di bazara kar de bandoreke neyînî li pêşdebirina standarda jiyanê li Mexribê kiriye.
Mexrib – Tevî ku jinên Mexribê nîvê civakê temsîl dikin jî hebûna wan di bazara kar de sînordar maye ku ev yek bandorek neyînî li standarda jiyanê Mexribiyan kiriye û nexweşiya Koronayê lawaziya jinan di bazara kar de li Mixribê girantir kiriye. Lêkolînek analîtîk ku di 3'ê Adarê de ji aliyê Midûriyeta Lêkolîn û Pêşbîniyan a Wezareta Aborî û Darayî ya Mexribê ve hat weşandin, eşkere kir ku beşdarbûna lawaz a jinan di bazara kar de bandoreke neyînî li pêşdebirina standarda jiyanê li Mexribê kiriye.
Lêkolîna ku ji aliyê Midûriyetê ve bi hevkariya UN Women û bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Fransî û Yekîtiya Ewropayê hat amadekirin, nîşan da ku pêşketina wekheviya zayenda civakî û xurtkirina gihandina jinan a ji bo derfetên aborî dê bibe sedema zêdekirina hilberîna nesafî ya navxweyî ya ji sedî 5 wekî navîna salane di heyama (2022-2035) de.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku nexşerêya ku di rapora modela nû ya pêşkeftinê de hatiye destnîşankirin, tedbîrên taybet ên ku dê hêza aborî ya jinan xurt bike, dihewîne. Her wiha di lêkolînê de behsa mijara pêşxistina karsaziya jinan û bilindkirina hişmendiya jinan ji çanda rêveberiya darayî zêdekirina şiyanên wan di danîna projeyan de hate kirin.
Lêkolînê bal kişand ser beşdariyên erênî yên demografî di pêşveçûna hilberînên navxweyî yên GDP de, ji ber ku jin ji mêran zêdetir beşdarî zêdebûna pêşveçûna hilberînên navxweyî dibin. Di lêkolînê de hat dîtin ku di sala 2020'an de serjimêriya GDP a ji ber bandora koronayê ji sedî 7,1 kêm bûye. Ji ber vê yekê koronayê lawaziya jinan di bazara kar de li Mixribê girantir kiriye.