Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye: Serkeftin ya gelê me ye
Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye têkildarî êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê daxuyanî dan û bang li sazî û rêxistinên navnetewî kirin ku rê li ber çalakkirina çareseriya siyasî ya li Sûriyê vekin.
Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe ya yên bê serûber ewlehiya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye tehdîd dike. Têkildarî mijarê Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê bi daxuyaniyekkê şermezar kir. Daxuyanî li parka Xwendinê ya Bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriye bi beşdarbûna jinên ji tevahî sazî û rêxistinên jin hate dayîn.
“Operesyon û êrîşên dewleta tirk binpêkirina pîvanên navnetewî ye”
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Jiyan Hisên ve hatiye xwendin de wiha hate gotin: “Ji destpêka aloziya Sûriyê di sala 2011’an û vir ve dewleta tirk dest ji destwerdana Sûriyê bernedaye. Di sala 2016’an de dewleta tirk operasyona leşkerî dest pê kir û herêmên Bab û Cerablusê dagir kir. Piştire du operasyonên din yê leşkerî yek di bin navê "Şaxê Zeytûnê" de di sala 2018'an ku di encamê wê de Herêma Efrînê dagir kir û di sala 2019'an de jî bi operasyona "kaniya Aştiyê" herêmên weke Girê sipî û Serêkaniyê dagir kir. Tevî ku di Cotmeha 2019’an de du peymanên agirbestê bi Amerîka û Rûsyayê re îmze kir û tevî daxwazên navdewletî ji bo rêzgirtina peymanên agirbestê, gef û êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û bajar û gundan bombebaran dike û sivîlan dike armanc. Di demên dawî de gefên Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyonekê din zêde bûye. Operasyoneke leşkerî ya nû ji bo dagirkirina navçe û bajarên din ên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Ev êrîş binpêkirinek eşkere ya hemû erk û peymanên navdewletî û binpêkirina serweriya Sûriyê û hemû peyman û pîvanên navdewletî ye.”
“Gefên êrişan bi taybetî jin gefên li dijî hemû civakê te”
Di daxuyaniyê de bal li ser armancên êrişê hat kişandin û wiha hat gotin: “Aşkereye ku her kiryareke leşkerî ya li ser herêmên me tê çêkirin, bi xwe re karesateke mirovî tîne. Em weke Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hewildanên dewleta tirk a ji bo qirkirin û dagirkirina herêmên Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin ku sînorekî ji êrîşên dewleta tirk re deynin û qedexeya hewayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihînin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku kar li ser çalakkirina riya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê veke. Li gor vê yekê em piştgirî û piştevaniya partîyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Serkeftin ya gelê me ye.”