Koordînasyona Jin a Meclisa Ol û Baweriyan komxebatek li darxist

Koordînasyona Jin a Meclisa Ol û Baweriyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Di Sûriya Demokratîk de ji mafê her jinekê ye li gor ol û baweriya xwe azad bijî” komxebatek diyalogê li darxist.

Hesekê – Koordînasyona Jin a Meclisa Ol û Baweriyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Di Sûriya Demokratîk de ji mafê her jinekê ye li gor ol û baweriya xwe azad bijî” li parka Mişwar a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê bi beşdariya 100 delegeyan komxebatek diyalogê li darxist.

‘Doza jinan yek e’  

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Koordînasyona Jin a Ol û Baweriyan Welîda Botî berxwedana bendava Tişrînê silav kir û wiha got: “em berxwedana şervanên QSD’ê û YPJ’ê her wiha piştgiriya gel silav dikin. Tekoşîna jin ku îro dide meşandin berdewama tekoşîna jin a dîrokî ye. Jin di Sûrî de  çi ol, bawerî û pêkhatî be yek dozî ye,  ji bo wê em vê komxebtaê pîroz dibînin û ji bo Sûriyek demokratîk emê hevgirtin û yekîtiya xwe xurtir bikin. Jin di Sûriyê de ji bo jiyanek bi nasname û rûmet  gelek berdêl pêşkêş kir û heya niha jî dike.”

‘Di Sûriya nû bê nasname nayê qebûl kirin’

 Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semer Ebdulah tekez kir ku di Sûriya nû de gerek jin bi nasnameya xwe ya azad were naskirin û wiha axaftina xwe domand: ”Di Sûriyê de gelek reng, ol û bawerî dijîn lê di bin sîstema netew-dewlet  ya rêjîma BAAS’ê de hatibûn fetisandin û helandin. Piştî berxwedaniya 14 salan ev sîstem hat hilweşandin. Sûrî ber bi qonaxek nû tê, lê eger em bikaribin bêjin Sûriyek nû gerek her jinek bi nasnameya xwe azad jiyan bike. Di Sûriya nû de bê nasname nayê qebûlkirin. Hikûmeta nû çi gavî bavêje pêwiste li tecrubeya Rêveberiya xweser vegere û jê sûd bigre da ku rastî jî em Sûriyek demokratîk bidin ava kirin.”

‘Ji bendava Tişrîn peoyamên rûmet û parastina deskeftiyên şoreşê tên nîşandan’

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo destnîşan kir ku berxwedana gel li Bendava Tişrînê peyamên rûmet, mirovahî û parastina deskeftiyên şoreşa jin dide û wiha anî ziman:” Sîstemên desthiltdar dixwazin jin di çarçoveyek teng û kole jiyan bikin. Beriya ku ol derkevin mirovahî hebû, têde jin xwedawend bû û civakê bi rengekî wekhev û demokratîk dida meşandin. Di bin navê ol û baweriyan de jinan sînordar dikin û civakê kole dikin, eger jiyanek azad di nava civak, ol  baweriyan çênebe emê ber bi felaketekê ve biçin mînaka wê jî Îraq e. Îro berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me ku rê li ber siyasetên qirkirinê ku bi navê ol de pêk tên bigrin. Em bang li jinan dikin ku ji bo Sûriyek nû û demokrat asta tekoşînê bilind bikin.”

‘Ol ji bo pêkanîna siyaset û qirkirinê bikartînin’

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Bûşra Mihemed da zanîn ku hemû ol û bawerî qetilkirin, talankirin wiha domand: “Di hemû êrîşên ku tên kirin bi navê olan pêk tê, têde siyaset û armancê xwe yê qirkirinê didin meşandin.  Bê guman jin pêşeng e û ji bo Sûriyek nû were ava kirin pêşengtiya xwe  esas digre.”

‘Fikir û ramanê Ocalan civaka Êzidî ji qirkirinê xelas kir’

Li ser navê ola Êzidî Leyla Mehmû destnîşan kir ku sîstema Rêveberiya Xweser civaka Êzidî ji qirkirin û komkujiyan parast û wiha got:” “Civaka Êzidî rastî gelek fermanan hat, lê yê ku hişt gelê Êzidî ji van planan xelas bibe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Piştî fermana 74’an de civaka Êzidî xwe birêxistin kir û hêza xwe da ava kirin. Em dixwazin di Sûriya nû de mafê civaka Êzidî jî hebe, çawa ku di Hevpeymana Civakî de hate parastin, gerek di destûrê Sûrî de jî were parastin. Em dixwazin Sûriya nû Sûriyek ku her kes bi nasname û hebûna xwe bijî.”  

‘Sîstema Rêvberiya Xweser şenseke dîrokî ye’

Li ser navê baweriya Elewî Derav Ala balkişand li ser deskeftiyên Şoreşa Rojava û tekez kir ku baweriya Elewî para xwe ji van deskeftiyan girt û wiha anî ziman:” “Komxebata me ya renga reng nimûne ye îro her ol û bawerî dikare bi rehet bêje ez heme û bi her kesî xwe bide naskirin. Ev gav jî yek ji deskeftiyên Şoreşa Rojava ye, ev şenseke ji bo baweriya Elewî ku xwe bide naskirin û zindî bike. “

‘Pêwîste Sûriya nû bi rol û nerîna jinan bê ava kirin’

Li sernavê  ola Îslamî Delal Xelîl diyar kir ku sîstemên desthiltdar ol û siyaseta dewletê bi hevre girê didin û wiha anî ziman: “Rastiya ola Îslamê di roja me ya îro de tê berovajîkirin, di ola îslamî de jin xwedî maf û biryar e. Di Sûriya nû de gelek biryar tên girtin lê di wan biryaran de mafê jinan tê redkirin, dema em dibêjin Sûriya nû,  gerek jin ne kole û bê maf be. Jin civak bi xwe ye û pêwiste Sûriya nû bi nerîna jin were ava kirin.”

‘zihniyeta olperest nayê qebûlkirin ‘

Li ser navê ola Xiristiyan ya Meclisa Dêran Katiya Helûn da zanîn ku di Sûriya nû de binpêkirina ol û baweriyan nayê qebûlkirin û gotina xwe wiha domand: “Di Sûriyê de bi navê ol de civaka Xiristiyan hatin qetilkirin û destdirêjî li ser ol û baweriyan hat kirin. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kir civaka Xiristiyan bû qurban. Niha jî di Sûriya nû ev yek dubare dibe û zihniyetek ku mirov bertek nîşan bide ye Ev zihniyet jî ne nû ye lê xwe zindî dike.”

Di berdewama komxebatê de sinevîzyon li ser çand û şaristaniya jinan di Sûrîiyê de  her wiha berxwedanî û tekoşîna wan ya salan hate pêşkêşkirin.  

Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû û hinek xalên komxebatê wiha ne:

-Hevgirtin û birêxistinkirina hemû pêkhateyan li Sûriyê.

-Mafê jinan were parastin û rola wê di qada siyasî, biryardayîn û rêvebirinê de hebe.

-Qeyd li ser mafê jinan tune be bi taybet di xwendin, kar û jiyana de

-Dûrî olperestiyê azadiya ol û baweriyan.

-Cejn, çand û mîrasê her ol û bawerî were erêkirin û di bernameyê fêrkirinê de were nîşandan.  

-Hesab ji kesên sucên şer li dijî jinên Êzidî, Efrîn, Serêkaniyê kirine were xwestin.

-Komxebtên jinan û rêxistinên jinan li tevahî Sûrîiyê pêk were û kar ji bo dîroka jin li Sûriyê  bi hemû rengên ol û baweriyan were kirin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.