Kongreya Yekemîn a Jinên Ciwan ên Êzidî bi dawî bû
Kongreya Yekemîn ya Jinên Ciwan ên Êzidî bi coşek mezin bi dawî bû. Di kongreyê de biryarên girîng hatin giritin her wiha jinên ciwan di salvegera 26’emîn a şoreşger Zeyneb Kinaci de rêxistina “Yektîya Jinên Ciwan ya Şengalê YJCŞ’ îlan kirin.
Şengal- Kongreya yekemîn a Jinên Ciwan ên Êzidî ku bi beşdarbûna 150 delegeyan bi dirûşmeya “Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ bi amadebûna nunerên jinên ciwan ya Mexmurê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê hat lidar xistin bi dawî bû.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, girîngiya rêxistinbûna jinên ciwan ên Şengalê ji aliyê endama dîwanê ve Sara Botan ve hate nirxandin. Sara Botan di nirxandinên xwe de bal kişand li ser girîngiya rêxistinên jinên ciwan kir û wiha got: “Îro di hemû cîhanê de li ser jin bi taybet jî ser jinên ciwan şerekî gelek mezin tê meşandin. Ev şer bi gelek rê û rêbazan tê meşandin. Di warê siyasî, bawerî, malbatî û aborî ve zextekî li ser jin tê kirin. Her wiha zihneyeta zilam salar bi hemû rêbazan dixwaze nasnemeya jinê tune bikin. Em jî weke jinên Êzidî rû bi rûyê vê êrîşa tunekirina nasnameya hatine. Lewma ev kongreya me bersiva van hemû êrîşan e. Em encax bi rêya xwe birêxistinkirin dikarin li hember van siyasetan bisekinin.”
Piştî bidawîkirina nirxandina girîngiya rêxistinbûnê peyama jinên ciwan ên ji Mexmûr û çiyayên azad bi taybet ji bo kongra jinên ciwan ên Êzidî hatibû şandin, hat xwendin.
Peyamên pîrozkirina kongreya yekemîn ya Jinên Ciwan a Şengalê ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên ji Rusiyayê, Ermenîstan, Ewropa, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dîmen hatibûn şandin, hatin temaşekirin. Di hemû peyaman de piştgiriya ji jinên ciwan yên Şengalê re hate nîşan dan.
Piştî wê sinevizyonekî li ser kar û xebata jinên ciwan û girîngiya wê hate temaşekirin.
Di dawiyê de pergala hundirîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê hate xwendin. Pergala hundirîn bi erêkirina hemû delegeyan ve hat qebûlkirin.
Pergala hundirîn û xeta Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) wiha ye;
Jinên ciwan a Şengalê di rêxistinbûna xwe de pîvanên azadiya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî jin kiriye “Welatparêzî, Rêxistibûyên, Fikir û Îradeya Azad, Tekoşîn, Etîk û Estetîk” esas digre. Heman demê tekoşîna li hember zihniyeta zilam ya desthiladar, zihneyta zayenperest û zihnyeta dagikerî û êrîşker, li ser bingeha azadiya jinê esas digre.
Pergala Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê koordînasyon e. Di koordînasyonê de 4 jinên ciwan cihê xwe digrin. Her wiha ji komîn, meclîs û komîteyên weke, parastina cewherî, perwerde, aborî, werzîş, tendirûstî, çand û hûner, ragihandin û xwendevanan pêk tê. Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan her du sal carekî wê bê lidar xistin, konfrans her ser li hemû qadan bê lidar xistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li ser van esasan xwe birêxistin dike;
*Li ser nêrina azadîxwaziya jinê xwe birêxistin dike û ji bo avakirina civakek exlaqî polîtîk, tekoşîn dide meşandin.
*Yekîtîya jinên ciwan ya şengalê sîstema xwe li ser komîn,meclîs, akademî, koperatîf, xwe parastin û hwd, ava dike. Heman demê ev sazî bi nêrînên hevbeş kar dimeşînin.
*YJŞ wek hêza xwe ya parastinê qebul dike, avakirin u pêşxistina vê hêzê xwe di asta yekem de berpirsyar dibîne û heya dawiyê li ser mezinkirina wê de kar dike.
*Jinên ciwan bi pêkhate û endamên xwe,di her karî de tevlîbûna nerîna azad, demokratîk esas digre.
*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên ciwan û heman demê rêxistinkirine xwe gihandina hemû jinên ciwan û li gorî vê yekê xebatan pêşxistinê hedef digre.
Hala Xidir, Sara Botan, Felek Elî weke koordînasyoona yekîtiya jinên ciwan ya şengalê hatin hilbijartin û her wiha endamên meclîsên jinên ciwan a li gundan jî hatin hilbiijartin. Jinên ciwan ê hatin hilbijartin li ser bingehê parastina Şengalek xweser û mîsogerkirina azadiya civaka Êzidî soz dan.
Di dawiyê de ala Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê hate diyarkirin.
Kongra bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, azadî’ û gerandina govendê bi dawî bû.
Bi giştî encamnameya kongrayê de wê paşê bi daxuyaniyekî bê ragihandin.