Kongra Star: Tu kes nikare welatê me ji me bistîne

Koordînasyona Kongra Starê ya Kantona Firatê der barê êrîş û gefên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kobanê de, daxuyanî da.

Kobanê- Piştî ku êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Minbicê pêk hatin, êrîş û gefên dewleta Tirk li ser Kobanê jî zêde bûn. Hat hînbûn ku tê xwestin bi êrîşên li ser pira Qaraqozax ku dikeve başûr û rojavayê Kobanê, deriyê êrîşan li ser bajarê Kobanê bê vekirin. Piştî van êrîşan û plana ku hatiyê danîn, hemû gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo Kobanê ketin seferberiyê. Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê jî, der barê erîşên li ser bajarê Kobanê û hilweşîna pergala BAAS’ê de, daxuyaniyek da.

 Daxuyanî, li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdarbûna jinên  sazî û nêxistinan hat dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê  Peyman Elûş ku daxuyanî xwend, destnîşan kir ku piştî 54 salan, rêjîma desthilatdar a ku gelên Sûrî perçiqandibû, sîstemek yek al, yek ziman, yek netew dipejirand û mafê tevahî pêkhateyan çewsand, îro hilweşiyaye.

Peyman Elûş bi bîr xist ku di 19`ê Tîrmehê de bingeheke demokratîk û azadiyê, ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî gelê herêmê, çêbûye û wiha got: “Ev bingeha li derdora vê şoreşê ji aliyê pêkhateyan ve hat parastin û ji bo jiyaneke wekhev, mafê tevahî pêkhateyan hat parastin. Ev ji bo gelên azadîxwaz bû modeleke nû. Bi taybetî jî, ji bo şoreşa jinê. Jina ku bi hezaran salan di nav pergala heyî de ne azad, wekhev, birûmet dijî. Xeta jina azad ji bo hemû jinan di qadên jiyanê yên siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî de bipêş xist. Bi vê yekê wê ev sedsal bibê sedsala şoreşa jinên azad.”

`Jin di pergala nû de wê cih bigirin’

Peyman Elûş destnîşan kir ku bi têkçûna pergala  Baas’ê û aloziyên ku îro li tevahî erdîngariya Sûrî çêdibin re, careke din desthilatdariya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser vê herêmê nû dike, dixwaze axa bi ewle dagir bike. Peyman Elûş wiha got: “Dixwaze ku di navbera pêkhateyan de nakokiyan çêke. Hewl dide ku senaryoyên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, li vir jî dûbare bike. Bi taybetî piştî êrîşên li ser Kobanê ku rihê netewî lê hat avakirin, îro bûye rûmeta gelê Kurd. Kobanê dê careke din bi rihê Arîn û Gelhatan li berxwe bide û careke din dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibê. Em jî beşek in ku di nav Sûriyeke nû ya bê avakirin û destûrek nû ya bê çêkirin de ne. Divê tê de mafê tevahî pêkhateyan were parastin. Divê hemû pêkhate bi çand û ziman û nasnameya xwe bijin. Em li ser navê sazî û rêxistinên jinan bang dikin û dibêjin bila jin di nav vê pergalê de cihê xwe bigirin û projeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bibê mafê tevahî jinên Sûrî.”

Daxuyanî bi sloganên "Berxwedan Jiyan e " û "Jin Jiyan Azadî ", “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.