Kongra Star salvegera demizrandina KJK'ê pîroz kir

Bi boneya salvegera demizrandina 19'emîn a Komalên Jinên Kurdistanê li Şehbayê civînek hat darxistin.

Şehba- Di bin dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" Kongra Star Efrîn-Şehbayê salvegera demizrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ya 19’emîn bi civînekê pîroz kir. Civîn li hola wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi beşdarbûna endamên jin di nava saziyan de hat lidarxistin. Hol bi alên KJK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

‘Jinan hebûn û heqîqeta xwe di nava KJK’ê de dîtin’

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo di civînê  de axivî û ev roj li hemû jinan pîroz kir û got: "Em demizrandina 19'emîn salvegera KJK'ê li Rêber Apo û tevahî jinên Kurdistan û cîhanè pîroz dikin. Ev rojeke bi wate û sembol e. Di riya azadiyê de bi hezaran jinan xwe feda kirin û bûn ronahî di vê riyê de. Rêber Apo felsefeya azadiya jinan diyarî hemù jinan kir û em ê jî xwedî li vê felsefeyê derkevin. KJK deriyê azadiya jinan e. 19 sal ji tekoşîn, berxwedan û azadiyê tê meşandin û em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî jiyanê bixemilînin û tevahîjinan ji koletiyê rizgar bikin. Em soza xwe ya bi pakrewanan re careke din di vê rojê de nû dikin ku em ê xwedî li mîrateya we derkevin.  Jinan hebûn û heqîqeta xwe di nava Komalên Jinên Kurdistanê de dîtin û bi hêza xwe ya fikrî û leşkerî li hemberî desthiladaran serî hildidin."

Paşê ji aliyê Kongra Star Efrîn-Şehbayê ve sînevîzyonek der barê dîroka KJK'ê de hat pêşkêşkirin.

Civîn bi gerandina govendê bi dawî bû.