Kongra Star li Kampa Holê daxuyanî da

Bi armanca piştevaniya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya 19 roj in bê navber didome Kongra Star a navçeya Holê li Kampa Holê daxuyaniyek da.

Hesekê -  Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya YPJ û QSD'ê di 25'ê Tebaxê de li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ'ê di Kampa Holê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin. Di operasyona ku di roja xwe ya 19'an de didome, gelek çek û cebilxane, alavên leşkerî û yên pê mirovan îşkence kirine hatin dîtin. Bi armanca piştevaniya YPJ'ê di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de Kongra Star a navçeya Holê bi beşdarbûna Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Meyro û Rîma Mehmûd daxuyaniyek li Kampa Holê dan.

“Bi operasyonê serkeftineke pir baş hatiye bidestxistin”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Delal Mehmûd ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Em Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku bi armanca miçiqandina kaniya terorê, xilaskirina malbatan ji êrîş û gefên kuştinê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD'ê dane destpêkirin silav dikin. Bi operasyonê serkeftineke pir baş hatiye bidestxistin her wiha planên dewleta tirk a dagirker ku bavê DAIŞ'ê ye têk çûn. Dewleta tirk a dagirker hewl da ku DAIŞ'ê ji nû ve zindî bike da ku dîsa metirsiyê li ser ewlehî û aramiya herêmê û navdewletî çêbibe. Ev yek jî di berxwedana şervanan li Xiwêran di girtîgeha Sîna de diyar bû ku têkiliyeke çiqasî xurt navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de hebû. Têkbirina DAIŞ'ê li Kobanê û Baxozê dewleta tirk aciz kir ji lewre riya xwe ji bo çeteyên DAIŞ'ê vekir ku hê bêtir xwe bide rûniştandin.”

“Divê dewlet werin hemwelatiyên xwe yên li kampê bibin lewle hebûna wan xeter e”

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dê kaniya terorê bimiçiqîne û zarokan ji fikrên DAIŞ'ê yên tundrew dûr bixe. Her wiha dê jiyana kesên ku destên wan di sûc de tune ye biparêze. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pîvanan ku mafên mirovan diparêze her wiha li gorî mîsaqan tevdigere. Em ji welatên ku hemwelatiyên wan li Kampa Holê ne daxwaz dikin ku werin hemwelatiyên xwe bigrin an jî dadgeheke navdewletî ji bo cezakirina kesên destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de hebû, ava bikin. Xeteriya DAIŞ’ê hê bi dawî nebûye. Lê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di girtina şaneyên ku sûc dikirin dê rewşeke aramiyê di kampê de çêbike. Divê ku civaka navdewletî berpirsiyariya xwe ya li hemberî dosyaya DAIŞ’ê û girtiyên wan pêk bîne û welatên ku DAIŞ'ê xwedî dikin ceza bike di serî de jî dewleta tirk a dagirker. Em ê jî heya dawî piştevaniya hêzên xwe bikin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana YPJ" bi dawî bû.