Kongra Star: Jin bingeha çareserî û cewhera demokrasiyê ne
Kongra Star kongreya Şamê ya "Diyaloga nîştimanî" de wekî "Jinûve avakirina pergala li ser esasê cudakarî, redkirina mafên jinan û rola wan a siyasî û civakî" bi nav kir û diyar kir jin bingeha çareserî û cewhera demokrasiyê ne.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star têkildarî kongreya "Diyaloga nîştimanî" ku roja sêşemê li Şamê hatibû li darxistin daxuyaniyek da û kongre wekî "Jinûve avakirina pergala li ser esasê cudakarî, redkirina mafên jinan û rola wan a siyasî û civakî" bi nav kir.
Kongra Star diyar kir ku encamên "Kongreya diyaloga nîştimanî" careke din hişmendiya dûrxistin û înkarkirinê "yên ku bibûn sedema aloziyên Sûriyeyê" aşkere kirin.
‘Kongre hewldana ji nûve avakirina cûdakariyê ye’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kongre îradeya rasteqîn a gelên ku ji ber zilm û despotiyê êş kişandiye îfade nake û wiha hate gotin: “Kongre hewldanek aşkerayî ya jinûve avakirina pergala li ser esasê cûdekariyê ye ku bi jinan re didin û dîstînin mîna ku wêneyeke ji bo xweşikirina dîmenekî sexte ne. Em qebûl nakin bibin rûyê projeyên ku me nas nakin û giraniyê nadin mafên me. Em ne hejmar in ku li lîsteya beşdaran were zêdekirin, em ne şahidên sexte di proseyeke siyasî ya seqet de ne ku siyasetên dûrxistin û înkarê pêş dixin."
‘Jin di çeperên herî pêş ê têkoşînê de bûn’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser têkoşîna jinan û wiha dom kir: “Jin di refên pêşîn ên têkoşînê de bûn. Jinan li hemberî despotîzm û tundrawiyê sekinin. Jinan berdêlên herî mezin ji koçberî, girtin û qetilkirinê dan. Tevî vê yekê jî çarenûsa wan di kongreyên girtî de tên diyarkirin bêyî ku mafên wan îfadekirina pirsgirêkên wan bidin wan. Her wiha rola wan a rasteqîn di sazkirina siberoja vî welatî de nîn e. Eger nîvê civakî tê kolekirin, çawa behsa çareseriya siyasî tê kirin. Eger jinên ku barê herî mezin hem di şeran û hem di aştiyê de rakiribin tên paşguhkirin, wê çawa siberoja Sûriyeyê were avakirin.
Em Kongra Star û wekî tevgereke têkoşînê di wê baweriyê dene ku bê azadiya jinan gel azad nabe. Em qebûl nakin ku siberoja Sûriyeyê bi siyasetên ku bi salane bûne sedema êşên jinan ve girêdayî bin. Ya ku li kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê bûye, berdewama siyaseta paşguhkirina jinan û dûrxistina hêzên demokratîk ên rasteqîn e, di heman demê de berdewama hişmendiya baviksalar e ku sûdê ji dersên berê wernegirt. Ev kongre gavên ber bi çareseriyê ve nin e, lê belê aloziyê Sûriyeyê kûrtir dike û berdewama binkeftinên berê ye.
Em teqez dikin ku çi kongreyeke bêyî beşariya jinan ne rewa ye. Her proseyeke siyasî ku têkoşîn û keda jinan nebîne, mirî ye. Em ê nehêlin vebijêrkên ku nûnertiya me nakin li ser bên ferzkirin. Em ê li hemberî siyaseta ku mafên me binax dike û siyasetên ku bi navê lihevkirinan îradeya me bin pê bikin bêdeng nemînin. Em jin nayên paşguhkirin û em ne alternatîf in. Em bingeha çareserî û cewherê demokrasiyê ne; yên ku wisa nebînin hewl didin bi rûyekî nû despotîzîmê jinûve vegerînin."