Kongra Star: Ji pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ veger tune ye

Kongre Star bi boneya salvegera serhildana “Jiyan Jiyan Azadî” ev peyam da: “Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veger tune ye. Jinan serî hilda ye û em ê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera dûyemîn ya serhildana “Jiyan Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û belavî cîhanê bû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku bi gotinên, “Em Jîna Emînî ku têkoşîn û raperîna xwe bi şoreşa keziyan domand û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda, li cîhanê bû sembola têkoşîna hemû jinan, bibîr tînin” destpê kir de, zihniyeta baviksalar hat şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û piştî qetilkirina Jîna Emînî bûye qêrîn û dengê serhildêr, li cîhanê bûye deng, rih û ahenga têkoşîn û berxwedana azadiya jinan. Bi berdewamî wiha hate gotin: “Di salvegera duyemîn a “şoreşa keziyan” de êrişên dewleta Îranê bi awayekî dijwar didomin. Gelek jin, zarok û dayîk hîn jî êşa giran dikişînin. Zihnîyeta baviksalar a zayendparêz û desthilatdar hîn jî bi awayekî tund tundiya xwe li ser jinan û hemû civakê didomîne. Di raperîna dijî vê zîhniyetê de bi dehan jin hatine girtin, îşkencekirin û cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Gelek jinên weke Pexşan Ezîzî ji ber ku di çapemeniya azad de heqîqeta dewleta Îranê anîn ziman, cezayê darvekirinê li wan hat birîn.”

‘Bû dengê bi hezaran jinên serhildêr’

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî van pêkanînan jinên berxwedêr û azadîxwaz têkoşîna xwe didomînin û wekî herî dawiyê li Hîndîstanê hatiye dîtin, hemû jînên cîhanê li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûne yek deng û wiha hate gotin: “Di Şoreşa Rojava de jî jin bi hêza xwe ya parastinê YPJ’ê re paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava dikin. Em weke Meclîsa azadiya jinan, Jibo hemû jinên bindest, dibin hêviyên jiyana azad, deng û rengê şoreşa jinan. Li ser axa Mezopotamyayê bi rêxistinbûna jinan wê dîroka Şoreşa Neolîtîkê careke din bê zîndîkirin.

‘Veger tune ye’

Ev yek bi dengê Jîna Emînî bû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û xwe gihand şoreşa keziyan, bû dengê bi hezaran jinên serhildêr. Ev deng di her çeperek şer de bû gule û di dilê dijmin de teqiya. Tarûmar dike qanûnan, teşhîr dike şîdeta zihniyeta zilaman.

Bila dinya bizanibe ku ji pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ veger tune ye, jinan serî hildaye û em ê bi perspektîfa mîmarê azadiyê sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan.”