Kongra Star hedefgirtina Zeynep Saroxan şermezar kir

Dewleta tirk bi balafireke keşfê ya bêmirov Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan hedef girt û di encamê de jiyana xwe ji dest da, Rêxistina Kongra Star der barê vê mijarê de daxuyanî da û bi tundî ev kiryara hov şermezar kir.

Qamişlo – Îro di saetên nîvro de dewleta tirk a dagirker bi riya balafireke keşfê ya bêmirov wesayetek li ser riya Girkê Legê ya girêdayî bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hedef girt û di encama wê de Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser  Zeyneb Saroxan giha jiyana xwe ji dest da, der barê vê bûyerê de Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya navenda xwe daxuyanî da û ev kiryara hovane bi tundî şermezar kir.

“Her ku em bi ser dikevin, dewleta tirk êrîşên xwe zêdetir dike”

Daxuyaniya ku ji hêla Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo ve hat xwendin, wiha destpê kir: “Em wekî Rêxistina Kongreya Star, êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet kiryara wê ya îro di hedefgirtina pêşenga şoreşa me Zeyneb Saroxan û Yilmaz ku bi balafireke bêmirov hatin hedef girtin bi tundî şermezar dikin. Ji çirûska Şoreşa Rojava û heta roja îro ji bo binxistina destkeftiyên şoreşa me û şikandina vîna jina azad bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmên me dike û heta vê kêliyê jî nedaye sekinandin. Her ku dibînin pirojeya Rêveberiya Xweser dibe mînak ji bo tevahî cîhanê, em dibînin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser me zêdetir dibin.

“Rojane jinên me yên pêşeng tên hedefgirtin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojane pêşengên şoreşê û bi taybet ên jin ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin û wiha daxuyanî hat berdewamkirin: “Di dereceya yekemîn de dewlet tirk pêşengên şoreşa me yên nivîskar, siyasetmedar, xebatkar, hunermend û rewşenbîran  dike hedef. Dewleta tirk dixwaze bi riya armanckirina pêşengên me yên jin îradeya jin û gel bişkînin. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk komkujî û kiryarên hov der heqê jin, zarok û rêhevalên me de pêk tîne û li pêşiya tevahî cîhanê de bêyî ku helwesxeteke tund werê nîşandan.”

“Destê we di xwîna gelê em de heye”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aliyên pêwendîdar bi bêdengiya xwe dibin hevkarê dewleta tirk û destê wan dikeve xwîna gelê herêmê de û wiha pêde hat çûyîn: “Em jî ji dewlet û aliyên pêwendîdar re dibêjin ku hun jî hevkarê van kiryaran e û em bêdengiya we nema qebûl dikin. Bêguman ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kriyaraên hovane derheqê jinan de pêk tîne lê belê berî çend rojan me dît çawa jineke kurd ku ji bo vîna xwe û pêşeroja xwe têdikoşiya hat şehîdxistin.”

“Em hemû Zeyneb in, soza me tolhildan e”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi rihê tevahî pêşeng û rêhevalên şoreşa xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, em rêhevala xwe Zeyneb Saroxan a ku ji destpêka Şoreşa Rojava de ji bo vîna gelê xwe têkoşîn û berxwedan kir, em rol û erkê wê yê pîroz û bi wate bi bîr tînin. Di heman demê de hevalê wê Yilmaz ê ku pê re şehîd ket, em her du hevalên xwe bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Dewleta tirk dixwaze hêza me û îradeya me lawaz bike, lê bila baş bizanibe ku bi hezaran jin û gel li pey Zeyneb, Hevrîn, Jiyan, Leyla û Zehra nin. Em ji xwe bawer in û xwedî nasname, îrade, doz û vîn in û soza me her tim dê tolhildan be û riya rêhevala xwe Zeyneb Saroxan bernadin.”        

Daxuyanî bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.