Kongra Star: Emê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin
Kongra Star a bajarê Hesekê di bin dirûşmeya “ Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bîne” de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daket qadan û meşeke organîze kir.

Hesekê – Kongra Star a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bîne” de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek li dar xist. Meş bi tevlîbûna Meclîsên Kongra Star, rêxistinên jinan, sazî û dezgehên jinan ên ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê, Erîşa, Hesekê, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî, li ber çarxereya Merşo dest pê kir û li Qada Azadiyê veguherî mitîngê. Jinan di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.
'Ocalan banga hevgirtinê dike'
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Kordînasyona Kongra Star Xalîde Botî diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadiya tevahî gelan e û wiha got: "Banga Ocalan a Aşîtî û Civaka Demokratîk li tevahiya cîhanê belav bûye. Em jî wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang dikin ku li tevahî qadên berxwedanê têkoşîna xwe bilind bikin. Nameyên Rêbertî ku ji bo me û êlên Ereb şandiye ji bo hevgirtin û yekîtiya gelan e. Bi êrîşên ku li ser me tê kirin, dixwazin şerê navxweyî derxin û hevgirtina gelan têk bibin. Lewma Rêber Apo ev peyam şand û pêwîst e em xwe li gorî perspektîf û nameyên Rêbertî birêxistin bikin û hevgirtina xwe xurttir bikin.”
'Banga Ocalan ji bo jiyanek hevbeş e'
Endama Rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra Seîd jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest bûye çavkaniya ramana azad û xwişk û biratiya gelan û wiha domand: "Fikir û ramanên Rêber Ocalan çemek ku ji çerxa jiyanê û azadiya jinan di riyên me re diherike ye. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qadên berxwedanê de ji bo azadiya rêberê xwe, têbikoşin. Banga Rêber Ocalan û nameyên ku dişîne, bangek eşkare ya aştiyê bû û agirê şer û xwînrijandinê hate vemrandin. Ev gav ji bo jiyana hevbeş a hemû gelan hat avêtin.”
Meş bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan nabe" dawî bû.