'Em ê xeta Kerem Ehmed bişopînin û xaka xwe rizgar bikin'
Rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da zanîn ku ew ê li ser şopa rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem Ehmed a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin têkoşîna xwe bidomînin.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo - Gelê ku ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Firatê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî Bendava Tişrînê bi rê ketin, bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk. Di êrîşên dewleta Tirk de ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li dijî van êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed, rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Huseyînî helwestên xwe ji ajansa me re anî ziman.
‘Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir’
Ibtîsam El-Huseyînî behsa têkoşîna jinan a di Rojavayê Kurdistanê de kir û got: “Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo û Jin Jiyan Azadî xwe nas kirin. Jin nema koletî, bindestî û sîstemên qirker û tunekirina bi taybetî jinan qebûl dikin. Lewma jî em dibînin ku zêdeyî 40 sal in li çiyayên azad û xaka Rojavayê Kurdistanê ku şoreşek bi pêşengiya jinan ji bo azadiyê û sedsaleke nû hat meşandin, bi riya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê de. Jin di qadên siyasî, dîplomasî, leşkerî û qadên ragihandinê de bû xwedî hebûnek, helwestek û biryara der barê xwe, netew û civaka xwe de.”
‘Jinan zincîrên koletiyê qetandin’
Ibtîsam El-Huseyînî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina jinan û wiha berdewam kir: “Jinan bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo xwe nas kirin û zincîrên koletiyê qetandin, astengî û kelemên ku bi hezaran salan li pêşiya wan bûn, bi feraseta zilamên serdest di nava civakê de hatibûn rûniştandin, êdî nehatin qebûlkirin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta niha, ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve jin tên armancgirtin. Ji bo wê jî em dibînin ku di Şoreşa Rojava de bi dehan jinên pêşeng, ên ku hem pêşengên civakê bûn, hem jî kesên kar û xebat di meclisên Kongra Star an giştî de birêve dibirin, bûn hedefa dewleta Tirk.”
‘Jin bi îradeyeke pir xurt li Bendava Tişrînê piştgiriya şervavên QSD’ê dikin’
Ibtîsam El-Huseyînî bal kişand ser êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê û hedefgirtina Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed û wiha pê de çû: “Di berxwedana Bendava Tişrînê de ku zêdeyî mehe e, rojane jinên leheng û berxwedêr berê xwe didinê, ji bo piştgiriya bi hêzên YPJ, YPG û QSD’ê re, bi rojan e di bin şert û mercên herî zehmet de bi helwestek, kelecan û îradeyeke pir xurt li wir dimînin. Parastina av, ax û enerjiya xwe dikin. Me dît hevala Kerem a rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya bû, rojek beriya ku were hedefgirtin li bajarê Hesekî şêwra jin di asta Bakur û Rojhilatê Sûreyê de amadebû. Wê bi helwesteke pir xurt li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, axaftin û nêrînên xwe ji bo Sûriyeya demokratîk, bi hişmendiya jinên azad anî ziman. Roja din berê xwe dan Bendava Tişrînê ji bo ku piştgiriya şervanan bikin û di êrîşa dewleta Tirk de hedef hat girtin.”
‘Em ji mirinê mezintir in’
Ibtîsam El-Huseyînî diyar kir ku Kongra Star wê heta dawî têbikoşe û ew ê xeta Kerem bişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di kesayeta hevala Kerem de bi hezaran jinên berxwedêr û têkoşer hene. Hevala Edla ya ji Kobanê jî li wê derê birîndar bûbû lê negot birîndar bûye. Digot em ji mirinê mezintir in. Ev peyamek ji dewletên dagirker re ye ku dibêje tu çiqas êrîş bikî û me tune bikî jî tu nikarî, îro em ne ew Kurdên berê ne û jin ne ew jinên berê ne. Gelek jinên mîna Kerem, Edla û Sozdar hene. Em ê bi îradeya van jinan hemû planên dagirkeran têk bibin û azadiya hemû jinan misoger bikin, xeta Kerem bişopînin û xaka xwe rizgar bikin.”