Kongra Star: Em di pêşengtiya şehîdan de dîroka lehengiyê dinivîsinin

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got: Di pêşengtiya şehîdan de, her meh, roj û saetê em dîroka lehengiyê dinivîsinin."

Navenda Nûçeyan-Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên meha Gulanê bibîranî di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêşengtiya şehîdan de, her meh, roj û saetê em dîroka lehengiyê dinivîsin. Her wiha destnîşan kir ku  ew ê heta dawiyê  xewn û xeyalên şehîdan bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Berfirehiya daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“PKK'ê Partiya Şehîdan e. Ji bo wê em dibêjin xwediyên partiyê yên rast şehîd û Rêbertiye, em jî her tim di meha Gulanê de xwe berçav re derbas dikin û wekî roja partîbûn û bilindkirina têkoşînê digrin dest.

Wekî tê zanîn meşa me ya di xeta Rêber Apo û şehîdan de hertim em xurt kirin. Li ser bîranîn û mîrasa wan, îro bi milyonan keç û xortên vî welatî yên herî hêja li serê çiyan, li zîndan û bajaran li berxwe didin. Ger îro ciwanên me li serê çiyan li hemberî çekên NATO'yê yên herî pêşketî li ber xwe didin, di zîndanan de bi mehan dikevin gireva birçîbûnê û gav bigav em nêzî serkeftinê dibin, ev encama vî rihê pîroz e.

Meha Gulanê ji bo me banga berxwedan, fedaî û partîbûnê ye

Di pêşengtiya şehîdan de, her meh, roj û saetê em dîroka lehengiyê dinivîsin. Meha Gulanê bi şahdeta hevrê Haqî Karer re mîladekî nû ji bo me da destpêkirin, hevgirtina gelan, di pêşengtiya vî rihî de felsefe û paradîgmaya xwîşk û biratiya gelan hat pêşxistin. Hevrê Heqî û Kemal Pîr bûn pêşeng û felsefeya têkoşîna hevgirtina gelan û xurtkirina eniya li dijî faşîzmê û ev 50 sal e partiya me PKK û PAJK di vê xetê de dimeşin.

Hevrêyên me yên wekî Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmûd Zengîn û Necmî Öner di 17’ê Gulana 1982’an dan ser şopa wan li dijî dewleta faşîst a ku li zindana Amedê işkence li nirxên mirovahiyê dikir bedena xwe dan ber agir,

Di 16’ê Gulana sala 1997'an de, dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê di serdegirtinên li Hewlerê de 83 hevrêyên me ku 50 ji wan birîndarbûn bûn, bi operasyoneke xayîn qetil kirin. Hevrê Hêvîdar, Hêlîn, Adar, Avyan, Şevîn, Peyam, Roza, Rûken Qaradaxî, Rewşen, Xenzad Hewlerî, Berxwedan Silêmanî û bi dehan hevrêyên me di vê êrîşa xayîn de şehîd bûn.  Ozan Mizgîn li dijî banga teslîmbûna dijminê sedsalê di 11’ê Gulana 1992’an de bombeyê di bedena xwe de diteqîne û rihê jina Kurd a leheng û fedaîbûnê careke din li dijî îxanetê nûjen dike. 

Hevrê Şîrîn Elomholî li dijî rejîma Îranê ya paşverû, dijminê jinan û gelê Kurd înkar dike di dema têkoşîna azadiya jinan de ji aliyê rejîma Îranê ve dîl hatiye girtin û tevî gelek işkenceyên giran jî dev ji doza xwe ya azadiya jinan bernedaye û heya dawiyê li ber xwe daye. Nivîsa `Jın, Jıyan, Azadî` ya Şîrîn Elomholîyê ku li ser dîwarên zindanê nivîsandiye, ji bo hemû jinan bû felsefeya jiyana azad.

Sembola berxwedanê:Leyla Qasim

Di heman demê de pêşenga jina Kurd, leheng û sembola berxwedanê, Leyla Qasim jî di 13’ê Gulana 1974’an de bi çar hevrêyên xwe re hat darvekirin û tevî işkenceyên giran rê neda û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand û bû xelekekî din jî li ser  kevneşopiya berxwedana jina Kurd û bi pêşxist.

Di kesayeta van lehengên enternasyonal, Heqî Karer, Kemal Pîr û Ezîz Ereb de, îro felsefeya netewa demokratîk gav bigav jiyanî dibe. Di kesayetiya wan de netewa demokratîk gihiştiye van rojan û felsefeya `Jin, jiyan azadî` li her çar aliyê cîhanê belav bû. Ev heval û hevrêyên pêşengên jiyana azad, wekhev û demokratîk in.

Ew in pêşengên me yên jiyanê û egera hebûna me û em soz didin ku heta dawiyê em ê li ser şopa wan bimeşin û ji bo laîqê wan derbikevin, heta dawiyê em ê ked bidin û xewen û xeyalên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin."