Kongra Star bertek nîşanî cezayê darvekirinê da

Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî cezayê darvekirinê li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî da û got: “Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê wê bibe bingeha yekitiya jinan.”

Navenda Nûçeyan- Kongra Star bu daxuyaniyek nivîskî bertek nişanî cezayên darvekirinê yên li dijî aktîvîstên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatî birîn da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi sedan jinên ji bo azadiya xwe tê dikoşin di girtîgehên rejîmên Îran û Tirkiyeyê de hatine ragirtin û îşkence li wan tên kirin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser serhildana jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şoreşa jinan ya li Îranê dest pê kir îsbat kiriye ku sedsala 21’an sedsala jinan e û ev tişt hate gotin: “Serhildana Rojhilatê Kurdistanê dê bibe bingehê avakirina yekitiya jinan. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xaka Rojava de, ev xak bi xwîna jinan hate avakirin, erka me ye weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zordestiyê serî hildin.”

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku li gel serhildanên jinan yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne û li dijî pergalên serdest banga xurtkirina têkoşînê li jinan hate kirin.