Kongra Star: Bêdengiya li dijî sûcên mirovahiyê nayê qebûlkirin

Kongra Star bêdengiya civata navneteweyî û aliyên siyasî ya li dijî şer û komkujiyan li Xezayê tê ji aliyê Îsraîlê ve tê meşandin şermezar kir û diyarkir ku divê hesab ji berpirsên komkujiyê re were pirsîn."

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kongra Star der barê komkujiya li Dibistana Tabîn a li Xezayê ku artêşa Îsraîlê di 10’ê Tebaxê pêk anîbû û zêdeyî 100 Filistînî hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bibûn daxuyaniyek nîvisîkî parve kir.

Meclisa Kongra Star komkujiya li Dibistana Tabîn bi tundî  şermezar kir û weke "sûcekî şer ê herî qirêjî” bi nav kir û destnîşan kir ku şerê li Xezayê ji bilî êş û azaran tiştek din nayne û wiha hate gotin: “Şerê li Xezayê wê civakan, jin û gelan azad neke. Lê belê xizmeta berjewendiyên desthilata dike û hegemoniya wan diparêze."

‘Pergala netew dewlet êşên mezin daye gelên Filistîn û Cihû’

Meclisa Kongra Star piştgiriya xwe bi gelê Filistînê û “gelên ji bo edalet û azadiyê tê dikoşin” ragihand û diyar kir ku çareserî bi rêya tundiyan na, lê bi rêya jiyaneke hevbeş û aştiyeke adilane pêk tê û wiha dom kir: “Pergala netew dewlet êşên mezin ji gelên Filistîn û Cihû re anî. Em di wê baweriyê de ne ku azadî bi têkoşîna bi hêz a gel û jinan, bi rêya tifaqa demokratîk û aştiyane pêkan e. Di serî de jinên cîhanê em bang li tevahî gelên bindest û hêzên demokrat dikin ku beşdarî têkoşînê bibin û li hemberî zilmê yekitiyê nîşan bidin.”

‘Divê dawî li şer were’

Meclisa Kongra Star bêdengiya civata navneteweyî û aliyên siyasî ya li dijî şer û komkujiyan şermezar kir û ev bang kir: “Li dijî şer û hovîtiya ku roj bi roj zêde dibe, li dijî qetilkirina sivîlan divê civata navneteweyî û hêzên siyasî bêdengiya xwe bişkînin. Divê dawî li şer bînin û girîngiyê bidin pêkanîna aştî û edaletek mayînde. Bêdengiya li dijî sûcên dijî mirovahiyê nayê qebûlkirin. Divê hesab ji berpirsên komkujiyê re were pirsîn."