Kongra Star agrê Newrozê li serê Kelha Sukra pêxist

Kongra Star a Kantona Hesekê çirûska yekemîn a agirê Newroza 2022’an li serê Kelha Sukra pêxist.

Kongra Star a Kantona Hesekê çirûska yekemîn a agirê Newroza 2022’an li serê Kelha Sukra pêxist.

Hesekê- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Herêma Cizîrê eşkere kir. Bi heman mebestê endam û rêveberên Kongra Star ên Kantona Hesekê li ser Kelha Sukra a Çiyayê Kizwanan li warê Derwêşê Evdî çirûska yekemîn a Newrozê pêxistin. Derbarê pîrozbahiyê de jî Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îso axivî.

Rîma Îso Newroza 2022'an li gel, kedkar û şoregeran pîrozkir û wiha got: "Agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma li ser Kurdan û mirovahiyê vêxist, îro em bi rihê agirê bedena Mezlûm û Rehşanan ku cejna Newrozê geş kirin, pêşwazî dikin. Em vê cejnê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşger û rêhevalên dozê, jinên berxwedêr dikin. Me îsal li Kelha Sukra ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve wekî girtîgeh karanîne û heman wextê jî li ser wê serê mirovan dihate jêkirin û avêtin, li vir em agirê Newrozê li dijî zilmê ji nû ve vêdixin. Da ku em tekez bikin tu carî tarîtî û zilm dewam nake."

Rîma Îso bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Her ku em mirovek an jî deverekê rizgar dikin li cem me Newroz e. Em her roj bi berxwedan û têkoşînê gelê xwe ji zilmê xilas dikin. Ji bo wê jî em vê rojê agirê tolhildanê jî bilind dikin."

Piştî agir vêxistin, govenda azadiyê hate gerandin.