Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya Rojava Mafên Mirovan a Cîhanê (10ˈê Kanûnê), di heman demê de roja bidawîbûna pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku geşedanên vê dawiyê û şerê li Xezayê û yê li Sûriyeyê, ewlehiya gelemperiya herêmê dike armanc. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide komên terorîst, berpirseke van rûdanan e.

Li dijî êriş û gefan banga yekîtiyê

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku êrişan rawestînin û welatiyên li herêmên dorpêçkirin biparêzin. Di daxuyaniyê de girîngiya rola Rêveberiya Xweser a di avakirina civakakeke demokratîk a pirçandî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Li dijî êrişan û gefan banga yekitiyê û kombûna li dora projeya demokratîk a li herêmê li gel û hêzên siyasî hate kirin.