Kongra Star 1500 name ji bo Rêber Ocalan kom kir

Kongra Star a bajarê Hesekê ji 11 navendên xwe, nameyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kom kir û têkildarî encamên wê daxuyanî da.

Hesekê – Kongra Star a bajarê Hesekê ji 11 navendên xwe, Til Temir, Dirbêsiyê , Şedadê, Hol, Kampa Waşokanî, Serêkaniyê û Hesekê name ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kom kir û têkildarî encamên wê daxuyanî da.

Jin bi cil û bergên xwe yên folklorî li ber navenda Kongra Star a bajarê Hesekê ya Taxa Merşo ya bajarê Hesekê kom bûn.

Piştî komkirina nameyan, daxuyanî ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star a bajêr Ala Hentûş ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo aştî û civakek demokratîk ku Rêber Abdulah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de dabû destpêkirin, Kongra Star a bajarê Hesekê di 9’ê îlonê de kampanyayek jinan bi sernavê “ez dixwazim bi Rêber Abdulah Ocalan hevdîtinê pêk bînim” da destpêkirin. Di vê kampanyayê de gelek çalakî hatin lidarxistin ,di nav wan de şevek helbestan, semîner di nava komînan, nivîsandina nameyan û meş hebûn.

‘1500 name hatin komkirin’

Din dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 1500 name ji jinan hatine kom kirin û wiha hate gotin: “Kampanyayê deng veda û hemû jin beşdar bûn, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li bajar û bajarokên cuda û gelek jinên ji saziyan jî tevlî bûn. Em ji raya giştî re radigihînin ku me çalakiyên xwe yên vê mehê di 23’ê îlonê de bi wergirtina hejmarek nameyên ji hêla jinan ve hatine nivîsandin û girêdana xwe bi rêber û ramana wî ya azad re diyar dikin, 1500 name ne. Em encamên kampanyaya nivîsandina nameyan, bi riya vê daxuyaniyê, ji rayedarên pêwendîdar re radigihînin.

Kampanyaya me bi slogana “Jin Jiyan Azadî” berdewam dike da ku mafê hêviyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Em pişterast dikin ku daxwaza me di çarçoveya mafên bingehîn ên mirovan de ye ku di serî de mafê hêvî, azadî, aştî û edaletê ne.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nebe” dawî bû.