Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê dest pê kir
Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên dagirkirî û bidawîkirina dagirkeriyê û qirkirina li ser jinan li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Qamişlo- Li Hola Zana ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Jinên Sûriyeyî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de di nava êş, xweragirî û berxwedanê de ne” konferansa meclisa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna tevger û rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser, nûnerên Têkiliyên Derve û diplomasî, Kongreya Îslama Demokratîk û koçberên hin herêmên dagirkerî, hat lidarxistin. Her wiha hin mêvanên ji Sûriye, Tûnis û Misrê yên Rojhilata Navîn li ser skaype tevli konferansê bûn. Konferans ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de û lêfikirîna xilasiya ji dagirkeriyê de hat lidarxistin.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê jî Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Ebdullah axivî û got: “Hûn hemû bi xêr hatine, di serî de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê yên ku ji bo em bikaribin îro li hev bicivin bi bîr tînin. Lidarxistina konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke pîroz e ji bo rewşa jinên Sûriyeyê di herêmên dagirkirî û komên çete yên ku alîgirên dagirkeriyê ne li ser çand, ziman û hebûna me. Ev komên çete hemû pîvanên me binpê dikin û bi taybetî li ser jinên di herêmên dagirkirî de kiryarên xirab tên pêkanîn. Em li seranserî Rojhilata Navîn li ser du xetan dimeşin, yek xeta dagirkeriyê û yek jî xeta berxwedaniya gelan ku bi pêşengiya jinan dimeşe. Ji bo vê yekê ev hemû dizanin ku êrîşên li ser herêmên me tên meşandin armanca wan a yekemîn qirkirina jinan e. Di şexsê jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Turkmen û Suryan de ev kiryarên qirkirina jinan e.”
“Êrîşa li ser jinan, êrîşa li ser rûmetê ye”
Asya Ebdullah destnîşan kir ku êrîşên li ser jinan tên meşandin êrîşên li ser rûmeta wan in û wiha pêde çû: “Destkeftiyên ku bi keda deh hezaran jinan her wiha projeya Neteweya Demokratîk a ku di vê erdê de bi pêş ketiye di şexsê jinan de dixwazin talan bikin û li hemberî destkeftiyên jinan e. Êrîşa li ser jinan, êrîşa li ser rûmeta me ye, pêwîst e em li hemberî van êrîşan û dîmenên ku eşkere derdikevin ser medyaya civakî û li ser bedana wan hovîtiya xwe dikin bi serbilindî werin sekinandin. Parastina jinan erke li ser milên me tevan e. Sekinandina li pêşiya qirkirina jinan, sekinandina li pêşiya siyaseta qirêj e. Ji bo ku dagirkerî têk biçe û bi dawî bibe divê em pêşî li qirkirina jinan bigrin, jinên ku di zindanan de mane û hatine qetilkirin divê pêşeroja wan û dozên wan diyar bibin.
“Eger em di asta siyasî, olî û diplomasî de tênekoşîn dê xeteriya dagirkeriyê zêdetir bibe”
Asya Ebdullah got ku ger civak bi hemû beşên xwe di asta siyasî, olî û diplomasî de tênekoşe dê xeteriya dagirkeriyê zêdetir bibe û wiha bi dawî kir: “Îro ev qirkirin hemû herêmên me jiyan dikin, ger em wekî tevahî beşên civakê têkoşînekê di asta siyasî, civakî, diplomasî de nemeşînin dê xetera dagirkeriyê zêdetir bibe. Rojane di şexsê jinan de tevahî rêvbazên qirêj tên meşandin, qirkirina jinan helandina jiyanê ye. Îro ev konferans ji bo ku em tevahî sazî û rêxsitinên jin siyasî û civakî bin hatiye lidarxistin da ku em di platforman de nîqaş bikin û encamên ku werin girtin ji bo xilasiya dagirkeriyê bimeşînin. Heta ku yek jin di nav îşkenceyê de be, heta ku bostek axa me di bin dagirkeriyê de be dê berxwedaniya me neyê sekinandin, rizgarkirina jinan rizgarkirina tevahî herêmên me ye.”
“Beşdariya jinan di nava xetên leşkerî de girîng bû”
Her wiha Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di nava hêzên leşkerî de û rola wan a di serkeftinên mezin de li hember êrîşan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi rastî yek ji axa ku herî zêdetir êş û şer jiyaye, di dîrokê de di salên dirêj de ku qirkirin jiyaye bi hemû pêkhateyên xwe herêmên me ne, belê li hember van qirkirinan jî teslîm nebûne. Ên ku para xwe ya mezin ji êşê kişand jî jin bûn, bêguman jinan dîrokê dan guhertin û êdî ev qeder nema li ser xwe qebûl kirin bi pey mafên xwe ketin. Ev şoreş gav bi gav bi destên jinan mezin bû. Helbet ev gav girîng û pîroz bû. Beşdariya jinan a nava refên YPJ’ê ji bo ku careke din jin bênasname nemînin û rastî qirkirinê neyên. Şer her tim karê mêr dihat dîtin, li kêleka vê jinan îsbat kir ku ew jî dikarin xwedî li nasnameya xwe û mafên xwe derkevin.”
“Em ê erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin, berxwedaniya me nayê rawestandin”
Newroz Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rabûna jinan rabûna civakê ye, ji bo vê yekê jinan ji xwe re hedef digrin û êrîş bi vê mebestê hatin kirin. Mixabin îro herêmên me dagirkirî ne, koçber bûne û di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Di heman demê de rojane bûyerên hov ên ku jin para xwe jê digrin tên bihîstin. Ji bo vê yekê bi saya hêzên me yên leşkerî dê tekoşîna me bilindtir bibe û tu carî nayê seknandin. Em wekî hêzên leşkerî ku ji vir bingeha xwe girt, ger em azadiya xwe bi dest nexin dê tu kes azadiya me bi dest nexe û ev jî erke li ser milên me jinan e. Destekdayîna jinan û civakê pir girîng e ji ber ku em ji bo xwe ked didin û xwe nespêrin tu kesî. Em ê berpirsyariya xwe û erka xwe bi cih bikin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser rewşa jinan û binpêkirinên ku li ser wan tên kirin li herêmên di bin dagrikeriya dewleta tirk de hat pêşandan. Gotûbêj dê li ser xalên siyasî, civakî, qanûnî û huqûqî bidomin û di dawî de jî encam werin girtin û bibin rapor.