Konferansa ku çav û dilê Kurdan lê ye sibê ye
Konferansa ku ji bo Kurdan gelek girîng e û ji bo yekrêziya Kurdan wek destpêk tê dîtin, sibê li Qamişloyê dê bi beşdariya 400 kesên ji Rojava, Bakur, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Sûriyeyê bê lidarxistin.

Qamişlo – Ev demeke dirêj e ku Konferansa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê tê taloqkirin. Konferansa ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî sibê pêk tê. Konferansa bi navê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.
Ji çar perçeyên Kurdistan û dinyayê tevlî dibin
Li gorî agahiyên ku ji komîteya amadekar hatine girtin, ewê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jinan û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tevlî konferansê bibin. Ji Bakurê Kurdistanê şandeya DEM Partî, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî, dê di konferansê de amade bin. Her wiha wê ji Rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.
Di beşa yekem de Fermandar Mazlûm Ebdî diaxive
Konferans, wê saet di 10.00’an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê bike. Piştre wê axaftina destpêka konferansê ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ve bê kirin. Piştî axaftinê mêvan dê li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bînin ziman. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin jî, dê bên xwendin.
Encamname dê bi daxuyaniyek bê aşkerakirin
Piştî axaftina vekirinê û nirxandinên mêvanan wê konferans ji ragihandinê re girtî bidome. Di konferansê de wê reşnivîsa yekrêziya Kurd ku berê li ser gotubêj hatibûn kirin, were xwendin û nîqaş li ser bên meşandin. Di encama nîqaşan de wê rengê dawî were dayîn û bê erêkirin. Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyek ji raya giştî re bê aşkerakirin.
Çapemenî eleqeyek mezin nîşan dide
Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gor agihiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, dê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê, bi qasî 200 rojnamevan konferansê bişopînin.