Konferansa 4’ emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hat lidarxistin
Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jinê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna 600 delegeyan konferansa xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Hesekê – Hêza Ewlekariya Hundirîn a Jin a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna 600 delegeyan konferansa xwe ya 4’emîn bi diruşmeya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin" li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist. Di konferansê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Parastina Jin (YPJ) amade bûn.
Di bernameya Konferansê de axaftin, xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwendina rêziknameya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a 3 salan û nîqaşên li ser bendên rêziknameyan hatin kirin.
‘Parastin garantiya azadiya me ye’
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftina despêkê ji aliyê endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hat kirin. Foza Yusif destnîşan kir ku ji despêka şoreşê ve jinan di avakirina civakek azad de roleke mezin lîstine û wiha berdewam kir: “Avakirina ‘Asayîşa Jinan’ gaveke ku ji aliyê jinan bi xwe ve ji bo parastina welatê xwe hatiye avêtin bû. Jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn gavek nû avêtin. Ji ber ku azadî nayê dayîn û divê ew feraseta ku jinan wek qels dibîne, were şikandin.”
Foza Yûsif da zanîn ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji herêmên herî parastî ye, ev yek jî rola girîng a Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) nîşan dide û wiha domand: “Şer bi kuştin, tecawiz û revandinên jinan dewam dike û rewşa Sûriyeyê ne aram e. Ji bo me, parastin mijarek bingehîn û jiyanî ye. Ji ber ku parastin garantiya azadiya me ye.”
‘Bi parastinê em hebûna xwe mîsoger dikin ‘
Berdevaka Kongra Star Rîhan Loqo jî di konfranê de da zanîn ku jinan li hemberî feraseta ku jinan bê çare û lewaz dibîne gavên girîng avêt û guhertin û veguhertinek dîrokî bidest xistiye. Rîhan Loqo wiha got: “Zihniyeta ku jin bêçare û lewazin in dide ferizkirin, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dan ku bi tekoşîna xwe vê zihniyetê bişkînin û bidin guhertin. Rêber Apo di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibêje ku rêxistin û parastin bingeha jiyanê ye. Ji bo ku em bijîn, divê em xwe biparêzin. Ger em xwe birêxistin bikin, em xwe diparêzin. Ger em xwe biparêzin, em hebûna xwe mîsoger dikin.”
‘Bi pêşengtiya jinan guhertinên dîrokî tên çêkirin’
Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî li ser pergala hevserokatiyê sekinî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pejirandina sîstema hevserokatiyê û tevlîkirina jinan a di hemû aliyên rêvberî û civakê de, îsbatek eşkere ye ku projeya siyasî û civakî ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekheviya rastîn wek bingeha Sûriyeke piralî û demokratîk datîne. Ev gav ne tenê deskeftî ne, lê belê guhertinek dîrokî ye.”
‘Jin hiş û dilê civakê ye’
Di berdewama Konferansa de, Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclîsa Malbatê Şehîdan Jiyan Doko lidarxistina Konferansê li hemû malbatên cangoriyan pîroz kir û wiha got: “Werin em li pêşberî dîrokê ragihînin ku serdema paşguhkirina jinan bi dawî bûye, serdema ku ew wekî bindest, biçûk û wekî makîneyên zarokanînê hesbandin, îro em rûpelek nû ya azadiyê dinvîsin. Jin ne tenê nîvê civakê ye, ew hiş û dilê ku jiyan û aramiya her kesî garantî dikin in.”
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer destnîşan kir ku dîrok bi xwe ked û tekoşîna jinan tomar dike û wiha got: “Dijminê me dijminekî hov e û divê em xwe biparêzin. Divê em hêza xwe xurt bikin û baweriya xwe pêk bînin. Her jinek mamoste, felsefeyek e. Divê em bi hemû hêza xwe xeleka tekoşîna xwe xurt bikin da ku azadiyê mîsoger bikin.”
Kurdistan Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û wiha got: “Bila piştgiriyê bidin Hêzên Parastina Jinan (YPJ) da ku em karibin parastina xaka xwe bikin. Ev erkek wicdanî ye, berpirsyartiya wê li ser milê her jinek e.”
Di berdewama konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û rêziknameya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a 3 salan hat xwendin û nîqaş li ser bendên wê hatin kirin. Her wiha di konfransê de hate destnîşan kirin ku parastina herêmê dê erka sereke ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin be û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe xurtir bikin.
Konfrans bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.