Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk hemû rêxistinan di bin banekî de kom dike
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk armanc dike ku ji jinan heta ciwanan, hemû rêxistin û saziyan di bin heman sîwanê de kom bike û îradeya her qadê di rêveberiyê de nîşan bide.
YUSRA EL-EHMED
Reqa – Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 31’ê Çileya 2024’an de hate avakirin. Armanca vê konfederasyonê ye ku rêxistinên curbecur ên wekî hemû sendîka, kooperatîf, ode, rêxistinên jin û ciwanan di bin banekê de kom bike û bi vî rengî civakê bi hişmendiyeke demokratîk pêş bixe.
Hevseroka Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk Nisrîn Hesen bal kişand ser girîngiya xurtkirina statû û rola jinan di civakê de û berfirehkirina rêxistinbûna wê ji bo misogerkirina mafên hemû jinan û pêkanîna civakek demokratîk û azad ku di nava civakê de tê birêvebirin.
‘Armanca Konfederasyonê ew e ku saziyan di bin banekî de kom bike’
Nisrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de der barê damezrandina Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk axivî û got: “Damezrandina rêxistinên civaka demokratîk piştî berxwedana zêdetirî 10 salan pêk hat. Weke rewşeke lezgîn ji bo hêsankirina karên civakî saziyên civaka sivîl hatin avakirin. Bi destpêkirina sala 2024’an Konfederasyona Rêxistinên Demokratîk hat avakirin ku bi xwe ji hevpeymana civakî hate derxistin ji bo bibe siya hemû yekîtî, kombend, ode û rêxistinên jin û ciwanên ji hemû pêkhateyan. Ji rûbera civakî hat destpêkirin û kar li ser yekbûna siyasetan û birêxistinkirina civakê kirin. Ji rêxistinên hiqûqî jîngehî pêşxistinê alîkarî û xêrxwazî pêk tê her wiha rêvebirina jêderên mirovî weke bingeha sereke di civakê de ye. Ji sîstema komînan û hevbeşiyan dest pê dike her wiha biryarên rêveberiya xweser temam û xurt dike da ku civakeke xwedî zanebûn û hişyariya demokratîk ava bike. Kar li ser bingeh û ramanên civaka exlaqî polîtîk û pêşxistina çalakiyên dilxwazî û xêrxwazî dike. Li aliyê din jî fikrê cuda pêş dixe azadî û demokrasiyê di nav civakê de misoger dike."
Xebatên konfederasyonê
Nisrîm Hesen a got "Konfederasyon ji hikumetê cudatir e” têkildarî xebatên konfederasyonê jî wiha got: “Karê wê parastina mafên gel e ji ber nûnertiya hemû pêkhateyan û kantonan dike. Gelek gavên ber bi pêşketinê ve ji dema damezrandinê avêtine. Bi awayê karkirin û rêxistinkirina konfederasyon tê naskirin ji bo îradeya gelan bi riya rêxistinbûna xwe ya civakî kom bike. konfederasyon ji 6 endaman pêk tê li desteyên rêveberiyê û hevserokatî û cîgiran belav dibin. ji wan koordînasyona ji 31 endaman pêk tê heye. Biryaran pêk tîne û ji wan jî 17 yekîtî li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin."
Nisrîn Hesen behsa buroyan jî kir û wiha got: "Konfederasyon ji 9 buroyan bi hevkariya bi saziyên meclisên neteweya demokratîk pêk tê. Ji wan buroya rêxistinî ya berpirsa saziyan û amadekirina bername û çalakiyan. Buroya jinan ku refên jinan birêxistin dikin û di bin banekî birêxistinkirî de dikin yek û kar li ser têkoşîna li hember tundiya civakî li dijî jinan dike. Her wiha komîteya çavdêrî û dispilînê ya ku di dema rewşeke hebûna şaştiyekê di pêkanîna sîstema hundirîn de destwerdan bike. Ji bo buroya qanûnî jî kar li ser belgekirina milkan û şêwîrmendiya zagonî dike."
Ewlehiya giştî û parastina çavkaniyan pêşîn in
Nisrîn Hesen diyar kir ku Konfederasyon di heman demê de erkê parastina çavkaniyên herêmê li hemberî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk digire ser xwe û got: "Armanca Konfederasyonê bi rawestana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk parastina ewlekariya gel û binesaziya herêmê ye. Her wiha li dijî êrîşên bi vî rengî yên ku li dijî prensîba xwişk û biratiya gelan in, li ber xwe dide .
Rêxistinbûna jinan bingeha konfederasyonê ye
Di dawiyê de Nisrîn Hesen bal kişand ser rola jinê ya di konfederasyonê de û wiha got: "Rêxistina jinan hêmana bingehîn a konfederasyonê ye. Jin di hemû sendîka û beşên civakî de di temsîliyeta xwe de roleke girîng dilîzin. Ev yek bi xebatên me yên ji bo hevdîtin û parastina mafên karkerên jin zêdetir tê xurtkirin. Bi saya konfederasyonê jinan di asta herêmî de roleke bi bandor lîstin.”
Nisrîn Hesen, da zanîn ku Konfederasyon bang li hemû jinan dike ku zêdetir aktîf bin û wiha bi dawî kir: "Ez bang li hemû jinan dikim ku xwe bi rêxistin bikin, bi hev re tevbigerin û di hemû sendîkayan de temsîliyeta jinan zêde bikin. Ji bo ku di pêvajoyên biryardayînê de fikr û dengê jinan li ber çavan bê girtin em ê xebatên xwe bidomînin.”