Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê bi panela yekem berdewam dike
Konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê der barê qirkirina jinan de lî Bexdayê bi dirûşma “Bi vîna azad a jinan em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin” dest pê kir û jinan diyar kirin ku armanca lidarxistina vê konfaransê pêkanîna yekitiya jinan e.
Bexda - Li Bexda yê paytexta Iraqê bi pêşengiya Komeleya Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ û kesayetên jinên Iraqê konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê der barê qirkirina jinan û weke mînak jinên Êzidî de bi dirûşma “Bi vîna azad a jinan em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin” destpê kir.
Jinên Kurd, Ereb, Êzidî bi cil û bergên xwe yên çandî beşdarî konfaransê bûn û nîqaş der barê jenosîdên li ser jinan di dîroka Iraqê û di sedsala 21’aê de tên kirin, di ketina hola konfaransê de pêşangeha fotoyên rojên fermana 74’an û rewşa jin û zarokan a wê demê hatiye vekirin.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevîzyona ku der barê komkujî û fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî, jinên Êzidî rabû, hat nîşandan.
Axaftina vekirinê ji aliyê Endama komîteya amdakar Buşra Ebû Eys ve hat kirin û di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 3 hezar Êzidî hatina kuştin û 5 hezar hatine revandin, 4 hezar kes koçberî Hewlêr, Dihok û Zaxoyê bûne, zêdetirî 1500 jin jî rastî destdirêjiyê hatine û di bazarên Sûriyeyê de hatine firotin û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê jenosîdê li dijî civaka Êzdî kirin û hemû cureyên tûndûtujî û destdirêjiyê li hemberî jinan kirin. Hemû tawanên ku hatine kirin di belgeyên rêxistinên navnetewî de hatine tomarkirin. Ew encama ku derketiye ji aliyê berpirs, rêxistin û bijîjk û aliyên din ve tê zanîn lê heta niha jî çeteyên DAIŞ’ê bi hemû awayî êrîşî civaka Êzidî dikin û dixwazin destkeftiyên gelê Êzidî bi dest xistine tune bikin. Armanca me ya lidarxistina vê konferansê ew e ku rewşa Iraq û Sûriyeyê were analîzkirin, bi taybetî ya Êzidiyan ku bi sûcên DAIŞ’ê re rûbirû mane bê seza nemînin. Her wiha weke aliyên navxweyî, herêmê û navnetewî di vê konfaransê de em daxwaz dikin ku jenosîda Şengalê di asta navnetewî de were naskirin.”
“Îro jinên cîhanê bi saya têkoşîna jinên li pey azadiyê li hev kom dibin”
Endama Yekitiya Jinên Şengalê Jînda Êzidxan di konfaransê de axivî û got: “Bi nêzbûna salvegera fermana 73’ê ya Êzidiyan heta niha komkujiya li ser civaka Êzidî berdewam dike. Kombûna me ya li vê derê ji bo rûbirûbûna plangeriyê ye. Îro jinên cîhanê bi saya têkoşîna jinên li pey azadiyê li hev kom dibin. Jinên Êzidî nîşan dan ku ew xwedî îradyek bi hêz in û li beramberî hemû planên ser civaka Êzidî tên kirin dê têbikoşin û li ber xwe bidin. Me baweriya xwe bi hêzên Iraq û PDK’ê anî lê belê wan di dema ku êrîş li ser me çêbûn de em tenê hiştin. Em weke gelê Êzidî bûn şahidê komkujiyan lê belê bi hêz û îradeya xwe, me xwe parast û xwe bi rêxistin kir. Em gelê Iraqê ne divê Iraq Şengalê weke cihên xwe yên din biparêze. YJŞ ji bo parastina civak û jinan hatiye damezrandin û heta dawiyê em ê parastina Şengalê bikin.”
Li ser navê hevpeymana demokratîk a jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî Hîbe Hedadîn bi peymeke bi dîmen beşdarî konfaransa jinan bû.
“Dijmîn û çeteyan xwestin civakek tune bikin”
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Rusyayê Julîde silavên xwe pêşkêşî konfaransê kir û wiha got: “Ji Rusyayê ev cara yekem e em beşdarî konfaranseke bi vî awayî dibin. Îro rewşa Êzidiyan jiyan û êşa me ye, 3’ê Tebaxê kuştin, lêdan, zilm û zorî, destdirêjî û tindûtujî li hemberî jin û zarokan hat kirin, ev êş êşa me hemûyan e. Dijmin û çeteyan xwestin civakek û şaristaniyek tune bikin ji holê rakin lê belê plana wan têk çû û gelê Êzidî ji aliyê YPG, YPJ,HPG, YJA Star ve hat parastin. Em weke jinên Êzidî li Rusya, Ermenistan û Gurcistanê destkeftiyên baş ji bo gelê xwe pêk tînin. Em îro dibînin bi yekitî û rêxistin û zanîna xwe dikarin xwe bigihîjînin armancên xwe. Çawa jinên Êzidî bi yekitiya xwe bûn îrade, wek jinên Rusyayê peyama me ew e ku bi rêxistin û yekitiyê em dikarin destkeftiyên xwe bi dest bixin û bi ser bikevin.”
Konferans berdewam dike...