Konfaransa Diyaloga Lubnanî-Kurd: Divê gel yekgirtî bin
Di konfaransa diyaloga Lubnanî-Kurdan de pozîsyona Kurd û Ereban a di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de tê nîqaşkirin.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd - Li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi diruşma “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd bi mebesta xurtkirina têkiliyên di nava pêkhateyan de û bi nîqaşên derbarê jiyana demokratîk de bi beşdarbûna kesayetên Lubnanî, Ermen, Suryanî û Kurd destpêkir.
Panêla yekem ya Konfaransê ji aliyê Henan Osman ve hate rêvebirin û di destpêkê de behsa pirsa diyaloga di nav her dû gelên Ereb û Kurd ên li herêmê hate nîqaşkirin.
Di panelê de pirofesorê Erdnîgariyê Salih Ebû Şefra derbarê dîroka peywendiyên di nava Ereb û Kurdan a li Lubnanê de gotarek pêşkêş kir û wiha: “Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkek mirovî ye û Kurd yek ji wan netewane ku li Rojhilata Navîn xwe ji hestê eşîrtî û meshebî rizgar kiriye û dikare bi xwe bibe xwedî fikrê xwe yê serbixwe. Kurd di dîroka Lubnanê de nebûne xwedî mafê hemweltîbûna vî welatî, di dirêjiya dîrokê de qurbaniyên mezin li ser vê xakê dane.”
“Rola jina Kurd a li Bakûr û Rojhilatê Suriye bûye modelek ya têkoşîna azadiyê”
Her wiha çalakvan û rojnamevan Nîmet Bedir di derbarê siyaseta dagirkerî û destwerdanê ya li ser herêmê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand li ser siyaseta dagirkeriyê û da diyarkirin ku armanca qontrolkirina dewletên lewaz ji aliyên dewletên serdest ve bi rêya talankirina sermaye û tunekirina îradeya gelan û tunekirina dîrokê heta digihe dagirkirina çandê ye û wiha got: “Hemû caran dagirkerî ne bi rêya leşkerî, bi rêya bingehên serbazî li ser xaka welatên weke Îraq, Surye û Lîbya damezraye. Agahiya hemû xelkan heye ku rejîma Ereban ne di xema gel de ye, welatên Rojava jî bi navê demokrasiyê ev xeletî kiriye ku tu demokrasî nîne. Her wiha girtîna Rêber Abdullah Ocalan bê parkirina ji mafê mirovan û rênedana serdana binemale û tecrîda girankirî mînake herî ber bi çav ya ne demokrasîkbûnê ye. Her wiha rê li ber çalakiyên çalakvanên Kurd girtin, beşek din ya ne demoqratîkbûna wan welatan e ku behsa demokrasiyê dikin.”
Nîmet Bedir bi bîr xist ku niha pêwîstiya hemû cîhanê bi sîstema demokrasiyê heye û wiha got: “Em di qonaxekê de ne derfet ji bo bingehê sîstemek teybet ya me bi xwe û şikandina têkiliyên hegomonîk yên welatên Rojava heye. Dema ku dawî li netew dewletê were û pergalek serbixwe û hemreng bingehê wê were danîn wê demê wê çerenûsa gelê herêmê diyar bibe. Tirkiye sudê ji şerê Ûkraya û Rusye digre û êrîşî gelê Kurd dike. Niha jî bi hêceta parastîna sînorên xwe gefên êrîşê li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê dike. Rola jina Kurd a li Bakûr û Rojhilatê Suriye bûye modelek ya têkoşîna azadî ya bi navê bi hevre jiyana aştiyane û yeksanî ya di nava jin û mêr de.”
“Divê gel yekgirtî bin”
Rêveberê Sentera Lubnanê Hesan Qutab derbarê bandora aqlê netew-dewlet a li ser peywendiyên Ereb û Kurdan de axivî û da diyarkirin ku têkiliya di navbera gelên cûda de li ser bingehê pîvan û rêgezên dekomrasiyê gengaz e. Her wiha Hesen Qutab destnîşan kir ku ji bo pêşxistina dahatiyek hevbeş a gelan pêwistî bi yekgirtina gelan heye û got divê gel yekgirtî bin.