Komxebata têkoşîna li dijî DAIŞ’ê destpê kir

Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” li Silêmaniyê destpê kir.

 
Silêmaniye - Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” ji aliyê Nûnertiya Kongra Star, Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Eniya Piştevaniya Rojava ve bi beşdarbûna gelek kesan li Otela Dawa ya Silêmaniyê destpêkir. Di komxebatê de dê li ser mijarên xeteriya DAIŞ’ê ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha metirsiya girtiyên DAIŞ’ê yên li ser van hereman dide avakirin nîqaş bên kirin. 
Her wiha yek ji mijarên girîng ên li ser were nîqaşkirin jî, êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser jinan pêk anî û di rewşa heyî de xeteriya bi taybetî li ser jinê dide avakirin e. Li hemberî vê xeteriyê wê pêştgiriyek çawa bê girtin û darezandina girtiyên DAIŞ’ê çawa be mijarên ku wê li ser were nîqaşkirin e.