Komxebata Jineolojiyê bidawî bû

Komxebata Jineolojiyê ya li Wanê dihat lidarxistin di roja duyemîn de bidawî bû.

Wan – Komxebata Kovara Jineolojiyê ya bi dirûşma “Li dijî pergala mêrsê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” hat lidarxistin û du rojan berdewam kir bidawî bû. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz axaftina girtinê ya komxebata Jineolojiyê kir û wiha got: “Di van du rojan de me vê yekê baş dît ku têkoşîn pir zindî ye, baweriya jinan a ji bo paşerojê pir zindî ye. Di cîhanekî nû de hêviya me ya jiyanekî azad û wekhev heye.” 

Rojda Yildiz anî ziman ku ew du rojan bi jinan re têr û tije nîqaş dane meşandin û wiha axivî: “Her çiqas em zêdebûna êrişên faşîzmê pir caran bînin ziman jî, me li vê derê careke din dît hewcehî bi heviyê, hevrabûnê heye. Em di roja ewil de bi ser mijarên şert û mercên heyî, serdama ku diguhere de tundî çawa diguhere, mêtingerî, zilamsalarî, nijadperestî, pirsgirêka penaberiyê çawa jinan dieciqîne, tune dike, êriş ne tenê jinan; heman demê de li ser xweza, zarok û tevahiya civakê çawa bandoer dike sekinîn. Me dît û me nîqaş kir.” 

‘Baweriya jinan a paşerojê pir zindî ye’

Rojda Yildiz diyar kir ku ew di roja duyemîn de nîqaşên ku bê ka “em ê çawa bibin bersiv” nîqaş dane meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derdekî me yê hevpar heye, ji ber em bawer dikin ku em ê di vê pergala ku em di nav de dieciqin de dê jiyanek baştir çêbe. Jiyanekî me ya hevpar heye ji ber em dizanin ku em di nava vê jiyana ku tune tên hesibandin de bi hezaran salan bi têkoşînê heya îro jiyan. Derdekî me heye, raste û me vê yekê di destpêka komxebatê de jî anî ziman. Em di pêvajoyekî kes şêlû bûye, têkoşîn şêlû bûye de, bi komekî biçûk a jinan hatin li vê derê û me di nîqaşên ku du roj in didomin de dît ku têkoşîn pir zindî ye, baweriya jinan pir zindî ye, baweriya jinan a paşerojê pir zindî ye. Di cîhanekî nû de hêviya me ya jiyana azad û wekhev heye.” 

 ‘Rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî di tevahiya cîhanê de digere’

Rojda Yildiz diyar kir “felsefeya jin, jiyan, azadiyê” nîşan dide ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê û da zanîn ku jin bi vê felsefeyê bêhn girtin. Rojda Yildiz got riha vê felsefeye di tevahiya cîhanê de digere û wiha derbirî: “Jin, jiyan Azadî îro jî li vê eywanê bû, duh jî li vê eywanê bû. Jin, jiyan azadî di van her du rojan de hinekî din mezin bû, hinekî din zindî bû, hinekî din bi hêz bû. Em hêz û hêviya têkoşîna ku li vê derê mezin dikin, dişinin hemû jinên li Amerîkaya Latîn, Ewropa, Afrîka û Rojhilata Navîn li ber xwe didin.” 

Piştî daxuyaniyê komxebat bi berzkirina diruşma “jin, jiyan, azadî”; çepik û tililiyan bi dawî bû.