Komxebat bi xwnedina encamnameyê dawî bû

Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Silêmaniye – Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” ya li Silêmaniyê dest pêkir bi xwendina encamnameyê dawî bû. Armanca vê komxebatê ew e ku ji bo alî û hemû kesên li dijî çeteyên DAIŞ’ê taybet li dijî terorê, di derbarê metirsiya DAIŞ’ê de Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Kurdistan, Iraq û hemû aliyên berpirsyar agahdar bikin. Daxwaz dikin ku hemû alî û hêzên herêmî û cîhanî di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çareseriyeke lezgîn ji bo girtiyên DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînana û malbatên wan ên li nava kampan bên peydakirin. 
Xalên esas ên di komxebatê de derketin pêş wiha ne:
“-Êrîşa dawî ya li ser Girtîgeha Sînnaa ya Hesekê hate kirin, dide nîşandan ku hê jî DAIŞ di nava liv û tevgerê de ye û ji bo hemû cîhanê metirsî ye.
-Divê tim piştevaniya navneteweyî hebe ji bo girtîgeh li gorî pîvanên girtigehên cîhanî çavdêrî û kontrol bê kirin. Ji bo careke din rewşa li Hesekê rû dayî çênebe.
-Ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê dadgehek li herênên Rêveberiya Xweser bê avakirin, yan jî navxweyî lê bi piştevaniya navneteweyî.
-Pêwîste kar ji bo veger û girtina malbatên DAIŞ’ê bê kiirn ku vegerin welatên xwe. Her wiha ji bo çareseriyek hiqûqî divê alîkarî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.
-Li berçavgirtina rewşa aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a ji ber peymana Qeyserî bêgirtin. Ji ber vê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji ber vê yekê sûdê digire, dikevin tevgerê.
-Piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin ku rewşa welatiyan baş bibe, ji bo ku bernameyek bê amadekirin ku jin û zarok dubare tevlî civakê bibin.
-Deverên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, bûne navend û cihên leşkerî yên DAIŞ’ê. Divê li ser vê yekê hêz û aliyên herêmî zextê li dewleta Tirkiye bike ji bo ji van herêman ji bo DAIŞ’ê bûne navendên aramiyê derkevin.
- Tirkiye sûd ji DAIŞ’ê digire, alozî û tevlîheviyê li Sûriye, tevahî herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî derdixe. Ji bo wê bûna xwedî helwestekî xurt a navneteweyî girîng e.
-Divê di derbarê rewşa DAIŞ’ê ya li herêmê li ser tewerê du alî çareseriyek hiqûqî bê peydakirin. Ji bo vê pêwîstî bi nîqaş û gotûbêja aliyê Sûriye heye ku çareseriyek peyda bike. 
-Divê zêdetir di warê siyasî, aborî û leşkerî de têkilî di navbera Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser de hebe, di mijara têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê metirsiya wê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de.
-Divê rewşa Şengal li ber çavan bê girtin, ji bo ewlekariyê piştevanî bê kirin ku welatiyên Şengalê vegerin. Piştî vê kar li ser wê bê kirin ku di warê madî û menewî de alîkarî bê kirin.
-Girîngî dayîna hevkariya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Iraqî de li ser sînorên her du aliyan ji bo tevgera DAIŞ’ê ya li ser herêmê kêm bike ku berjewendiyên her du aliyan biparêzin.
-Divê zexteke zêdetir bixin ser civaka navneteweyî ji bo vekirina deriyên Til Koçer û Rebîe ji bo çareseriya mijara aborî û rewşên mirovî.”