Di salvegera komployê de ‘Mafê hêviyê’

Parêzer Sîda Yildiz, bal kişand ku mafê hêviyê bûye berpirsyariya Tirkiyeyê û da zanîn ku avakirina hiqûqê yek ji armancên bingehîn ên pêvajoyê ye.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkeyeyê pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ket didome û çawanî û aliyên gavên ku divê bên avêtin, hê jî ne diyar e û mijara nîqaşê ye. Di vê pêvajoyê de yek ji sernavên herî zêde derdikeve pêş jî ‘mafê hêviyê’ ye. Di salvegera komploya navneteweyî ya  9’ê Cotmeha 1998’an pêk hat de, dema vîzyona aştî û civaka demokratîk a bi bangên Abdullah Ocalan şêwe dibe, bi hewldanên valaderxistina bandorên komployê re dibe yek, derdorên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku divê mafê hêviyê bigihîje bingeheke qanûnî. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên der barê rejîma înfazê ya muebeta girankirî de da, dikarin li Tirkiyeyê di aliyê girtiyên siyasî de deriyê serdemeke nû vekin.

‘Komplo vala hat derxistin’

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Sîda Yildiz, têkildarî ‘mafê hêviyê’ û geşedanên di pêvajoya dawî de hatin jiyîn de ji ajansa me re axivî. Sîda Yildiz, bal kişand ser rastiya komploya navneteweyî û wiha axivî: "Komployê di aliyê gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de jî pêvajoyek pir krîtîk bi xwe re anî. Ev dîrok, ji bo têgihîştina wateya tiştên hatine jiyîn û bedelên hatine dayîn, xwedî girîngiyeke dîrokek krîtîk e. Wekî tê zanîn banga birêz Ocalan a aştî û civaka demokratîk a di 27’ê Sibatê de û pêvajoya civakîkirina aştiyê ya piştî vê bi pêş ket, vê komployê bi tevahî vala derxist. Helbet, em jî di salvegera vê komployê de bi armanca valaderxistina komployê, hewl didin werin cem hev û dengê xwe bidin bihîstin. Hewldanên Abdullah Ocalan ên bi dehan salan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ne tenê komployê vala derxist, di heman demê de ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn jî derfetek mezin afirand.”

‘Divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

Sîda Yildiz bal kişand ser "mafê hêviyê", diyar kir ku bi taybetî di sala dawî de ev têgeh piranî caran tê ziman û wiha got:

"Di sala dawî de piştî daxuyaniyên Devlet Bahçelî, mijara 'mafê hêviyê' ket rojeva Tirkiyeyê lê di rastiyê de ev mijar zêdetir ji aliyê gelê Kurd ve dihat axaftin, niha di tevahî raya giştî de tê axaftin. Bi giranî ji hêla gelê Kurd ve dihat raberkirin lê niha ew bi eşkereyî jî tê nîqaşkirin. Serlêdana birêz Ocalan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku bi riya parêzerên xwe kir, mijara gotinê bû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî biryar da ku qedexeya îşkence û muameleya xerab hatiye binpêkirin û ev biryarek pir girîng bû. Bi vê biryarê, biryar da ku mafê hêviyê yê takekesî, hêviya ku rojekê ji girtîgehê bê berdan û mafê têkiliya civakî, bi rejîma muebetê ya girankirî re tê binpêkirin û navê vê yekê bû mafê hêviyê.

Sîda Yildiz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke înfazê ya girtiyên siyasî bi tevahî terkî mirinê dike hatiye pêşxistin û diyar kir ku ev yek mîna "cezayê muebetê yê girankirî" tê binavkirin. Sîda Yildiz, bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê gelek hevpeyman û peymanan e û got: "Divê êdî demildest mijara mafê hêviyê bigre rojeva sereke û gaveke şênber biavêje. Li beramberê me rastiyek bi vî awayî heye.”

‘Mafê hêviyê 4 hezar girtiyan eleqedar dike’

Sîda Yildiz, destnîşan kir ku "mafê hêviyê" ne tenê Abdullah Ocalan, zêdetirî 4 hezar girtiyên ku li Tirkiyeyê mehkûmê rejîma muebetê ya girankirî hatine kirin jî eleqedar dike û axaftina xwe wiha domand: "Biryara ewil a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî mafê hêviyê, di rastiyê de biryara li ser birêz Ocalan hat dayîn bû. Biryarên Emîn Gurban, Ciwan Boltan û Hayatî Kaytan jî dikarin mîna mînakên mafê hêviyê bên nîşandan. Aştî û civakek demokratîk, encax tenê bi dawîanîna pêkanînên dij demokratîk, avakirina peymanek civakî ku mafên hemû kesan di çarçoveya jiyana wekhev û azad de şêwe dibe, guhertinên hiqûqî yên ji bo van bê sererastkirin û bêguman bi dawîanîna binpêkirinên mafan, dikare bê avakirin."  

Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye’

Sîda Yildiz, anî ziman ku di civîna li meclîsê de, OHD’ê bi taybetî bal kişandiye ser vê mijarê û diyar kir ku "mafê hêviyê" di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de nayê sererastkirin lê dikare di vê mijarê de bi hêsanî gav biavêje. Sîda Yildiz, axaftina xwe wiha domand:

Muzakerevanê sereke ya vê pêvajoyê birêz Ocalan e.

Çawa ku em dibêjin rejîmeke înfazê ya muebetê ya girankirî li dijî rûmeta mirovan e û qedexeya îşkenceyê bi pêş ketiye, ev yek bi mînakên navneteweyî yên çareserkirina nakokiyan re jî li hev nayê. Birêz Ocalan heta niha di bin şert û mercên dûrî civakê û tecrîde de, di girtîgehek giravê de tê girtin. Lê belê mîna ku min beriya niha jî got, birêz Ocalan muzakerevanê vê pêvajoyê ye û ruxmê ku divê li komîsyonê bê guhdarkirin jî em hê jî der barê pêkanîna mafê hêviyê de diaxivîn û ji bo pêkanîna mafê hêviyê li benda gavek şênber in.”

‘Êdî em li benda biryarek in’

Sîda Yildiz bi gotinên; “Pêvajoyekî ku di şexsê birêz Ocalan de divê ji bo zêdetirî 4 hezar girtiyên siyasî  û 'mafê hêviyê' bê pêkanîn, heye. Pêvajo, vê yekê ferz dike. Pêvajoya heyî jî hebûna vê bingeha qanûnî xist nava zehmetiyê”, bal kişand ser meş û çalakiyên ji bo vê mijarê tên kirin, Sîda Yildiz, careke din bal kişand ser civîna OHD’ê ya di komîsyona Meclîsê de û got:

“Di vê civînê de ji komîsyona meclisê hat xwestin ku divê di xebatên komîsyonê de têkildarî ‘mafê hêviyê’ êdî pêşniyarek were kirin. Di biryara Komîteya Wezîran û biryara navberê de jî rayedarên OHD’ê vê anîn ziman. Ango tê wê wateyê ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê êdî ji komîsyona Meclîsê têkildarî ‘mafê hêviyê' li benda gavek e. Ev yek jî di aliyê Tirkiyeyê de, girêdanek teqez û hişk îfade dike.”

‘Divê teqe serdema hiqûqî dest pê bike’

Sîda Yildiz bal kişand ku bi taybetî girîngiya guhertinên hiqûqî yên ji aliyê komîsyona meclîsê ve bên amadekirin, behsa hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

"Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan got ku teqez divê serdema hiqûqî dest pê bike. Ev çi ye? Ez dixwazim daxuyaniya parêzerên wî dane, dubare bikim. Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de diyar kir ku avakirina hiqûqa demokratîk, pêwistiyeke dewleta xwedî norman e û yek ji armcanên sereke ya pêvajoyê ye. Bi girîngiyek mezin diyar kir ku dema li merheleya pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nihêrîn, tê dîtin ku gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Ji ber ku em dizanin, di pêvajoya sed salan de gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û heta niha jî tê hiştin. Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku tişta dixwazin êdî derbas bikin jî ev bêhiqûqî ye. Her wiha destnîşan kir ku ew di çarçoveya neteweya demokratîk de di pêkvejiyanê de îsrar dike û xwedî projeya komara demokratîk e. Dema ku ez dawî li gotinên xwe tînim, dixwazim vê yekê jî diyar bikim. Birêz Ocalan sermuzakerevan e û di vê demê xwedî rola herî girîng e û muxatab e. Ez ji aliyê hiqûqî ve dixwazim balê bikşînim ku ji aliyê hiqûqî ve divê nêzikahiyek were nîşandan. Her wiha berpirsyariya herî mezin a kesên ku ji vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer dikin, ji bo vê pêvajoyê kedê didin û xwedî rol in e.”