Komplo: Destpêkê Îmralî niha Rojava
Di vê dema ku bi hevdîtinên li Îmraliyê hêviyên aştiyê zêde dibûn de, êrîşên li dijî Rojava mîna komployeke nû hat nirxandin. Gelê Kurd, vê komploya ku berdewamiya 15’ê Sibatê ye û bi şêwazên cuda ye, vala derxist.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka raboriyê ye; îro yek ji mijarên herî diyarker ên siyaset, demokrasî û aştiya civakî ye. Hevdîtinên ku zêdetirê salekê li Îmraliyê bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin û daxuyaniyên der barê van hevdîtinan de tên dayîn, nîqaşên çareseriyê yên ku demek dirêj rawestiyabûn, ji nû ve anîn rojevê.
Di vê dema ku diyalog û çareseriyek demokratîk hêviyan zindÎ dike, polîtîkayên zextê û çalakiyên leşkerî yên di heman pêvajoyêde didomînin, der barê dilsoziya îradeya çareserkirina pirsgirêkê de nîşanên pirsê jî bi xwe re tîne. Tirkiye di mijara gelo pirsgirêka Kurd dikare bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin de di qonaxek krîtîk û pir hesas de ye.
Gelo armanc çareserî ye yan Rojava ye?
Tevî ku der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de peyamên girîng tên dayîn jî ji aliyê hikûmetê vê hê gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Her çendî nîqaşên li ser gelo çareserî çawa û bi çi awayî dê pêk were berdewam dikin jî êrîş û dorpêça li ser Rojava yek mijarên ku pêvajoyê herî qels dike ye. Daxuyaniya Abdullah Ocalan ên meha Sibatê, mîna kêliyek dîrokî hat binavkirin û hatibû îfadekirin ku ev yek nîşaneya valaderxistina komployê ya salvegera 26’emîn e. Daxuyaniya Abdullah Ocalan û bêguman bersiva gelê Kurd a li hemberî vê yekê, dîrokî û encama têkoşîna gel bû. Di vê pêvajoya ku daxuyanî hatin dayîn û bendewarî her roj zêde dibin de, êrîşên li dijî Rojava mîna komployeke nû hatin nirxandin. Yek ji pirsên herî zêde piştî êrîşan hat pirsîn jî "Gelo armanc çareserî ye yan jî Rojava ye?" bû. Tevî ku 15’ê Sibata 1999’an a di dîroka gelê Kurd de mîna "rojeke reş" hatiye nivîsandin îro ji nû ve di bîra gelê Kurd de zindÎ dibe û tiştên li Rojava diqewimin, mîna dubarebûna 15’ê Sibatê tên nirxandin.
Komploya Duyemîn: Rojava
Êrîşên li ser Rojava, nikarin ji nîqaşên li ser aştî û muzakereyê serbixwe werin nirxandin, modelekî gel xwe bi xwe birêve dibe û hemû gel bi hev re dijîn, tê hedef girtin. Di 6’ê Çileyê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin pêşxistin û dorpêç hê jî didome. Gelê ku di tevahiya pêvajoya êrîşan de, li seranserê çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe da, li dijî êrîşên li ser Rojava herikîn sînoran. Ji banga seferberiyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo parastina destkeftiyên li herêmê hat îlankirin, ji çar aliyên cîhanê bersivek hat. Di vê heyamê ku mîna "komploya duyemîn" tê binavkirin de, hat îfadekirin ku Tirkiye jî di nav de gelek dewlet li dijî gelan bûne yek. Di vê tifaqa ku li ser dijî-Kurd ava bûye de, nedixwest Kurd bibin gelekî xwedî statu, xwerêveber û di cih û şêwaza jiyana xwe de xwedî gotin bin. Di vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna “danûstandkar” tê qebûlkirin de, êrîşa li dijî rêveberiyek ku bi paradîgmaya wî hatiye avakirin, pênaseya "komploya duyemîn" piştrast dike. Gelo ev yekîtî çawa li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin? Gelo Rojava ji bo Abdullah Ocalan li ku ye? Geolo wateya êrîşên li ser Rojava îro çi ye? Gelo gelê Kurd ji 15’ê Sibatê vir ve çawa bersiv da komployê û dide?
Pêvajoya Komploya 15’ê Sibatê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat Tirkiyeyê, bi fikrên ku tevî hemû şert û mercên dijwar û polîtîkayên tecrîdê pêşxist re, ji bo gelan bû çavkaniya hêviyê. Abdullah Ocalan, piştî Mitabeqeta Edeneyê ya di navbera dewletên Tirkiye û Sûriyeyê de, di 9’ê Cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Li gorî vegotinên wî, piştî derketina ji Sûriyeyê, du rê li pêşiya wî hebûn. Abdullah Ocalan vê rê û pêşketinan wiha anî ziman:
“Êdî hatibû qonaxa dawî. Du rê hebûn; riya çiya û Ewropayê. Tişta ku were kirin an dê çiya wek biryargeh bihata tercîhkirin, şer di asteke jortir bihata meşandin, li bajar çalakî bêtir bihatana lidarxistin, an jî lihevkirin û ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk Ewropa bihata tercîhkirin û li wir pêşxistina çareseriyê bû. Derketina çiyê xewna min a 40 salan bû û tekane sedema xemgîniya min ew e ku bi qasî serê derziyê jî ji bo jiyan û azadiya însan derfetên aştiyê hebin, ceribandina vê derfetê bi nirxtir bû. Ez hê jî di wê baweriyê de me ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de derneketina Zagrosan tercîheke rastir bû. Dê şer veguheriya şerek şexsî. Dê veguheriya tolhildanê. Dê firsenda aştî û biratiyê bi temamî ji holê bihata rakirin. Xitimandina şer, wekî ku gihîştibe nûqteyeke ku ji neyê derketin û di rewşeke wiha de ger ez jî li çiyê bûma dê her cure çek bihata bikaranîn, ger ez jî li wir bûma dê rewşa girantir bûye û ji ber vê yekê tercîh nekirina vê bijarteyê guncavtir hat dîtin. Şerekî ku li dora min bihata gurkirin, bi her avayî guman zêdetir dikin. Ger ez bibûma bar wek exlaqî ev helwesteke ne rast bû. Tercîha derketina Ewropayê jî tercîheke bi rîsk bû lê bi feraseta çanda siyasî û feraseta demokratîk û kêm be jî di warî hiqûqê de bêtir bawerî dida mirov. Lê nemaze jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dema min gav avêt wê derê texmîn nedikir ku ew û nemaze jî hikûmeta Yewnanistanê evqas bikevin û alçaxtiyê bikin.”
Armanc destpêkirina şerê Kurd –Tirkan bû
Komplo, di şexsê Abdullah Ocalan de têkoşîn û berxwedana Kurdan a bi salan hedef girt. Lê ev yek tu caran pêk nehat. Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê ku di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê de tê ragirtin, hemû planên hêzên desthilatdar vala derxist. Têkildarî sedem û armancên komployê, gelek tişt hatine nivîsandin. Mîna “Komplo, derbeyek taybet a berfireh û kûr ku dê bandora xwe li sedsalan belav dike” hate binavkirin. Yekane armanca hêzên komploger hebû; destpêkirina şerekî Kurd û Tirkan ku li Tirkiyeyê dê bi sedsalan bidome. Gelo îro Rojava xwedî wateyek çawa ye? Gelo Rojava çawa şêwe bû? Gelo ji bo Abdullah Ocalan Rojava an jî ji bo gelên Rojava Abdullah Ocalan tê çi wateyê? Şoreşa ku li Rojava pêş dikeve hêza xwe ji ku û çawa girt û îro çima komployek pêş ket?
Gelo guherînê çawa dest pê kir?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di havîna sala 1979’an de, ji xeta Riha-Mêrdînê derbasî Sûriyeyê bû. Pevajoya nêzî 20 salan Abdullah Ocalan li Sûriyeyê di şêwebûna tevgera siyasî ya Kurd a li welat de, bû xaleke werçerxê. Abdullah Ocalan, li ser gelê Kur şopên mayînde hişt.
Pêvajoya piştî 1979’an, bi serdemeke ku rageşiya di navbera rejîm û Birayên Misilman a li Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibe û atmosferek siyasî ya pir dijwar re hevdem bû. Abdullah Ocalan û hevalên wî yên têkoşînê yên ji Tirkiyeyê derketin, piştî ku derbasî Sûriyeyê bûn di pêvajoya ewil de demek kurt li malên nasên xwe yên li qadên niştecihbûna Kurdan a li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê man. Piştî vê serdema destpêkê ya têkiliyê, navenda tevgerê hêdî hêdî ber bi Şam û Geliyê Bekaa ya li Lubnanê ve herîqi. Gelê herêmî wan rojan bi van gotinan “Herim dixwendin, helwest û nêrînên wan baldikişand. Li her mala ku diçûn, dibûn mînak. Me nizanibû ku ew kî ne, lê me hîs dikir ku ji bo Kurdistanê têdikoşiyan” vedibêjin. Ev têkiliya ku li Kobanê dest pê kir, di demekî kurt de belavî Efrîn, Dêrik, Qamîşlo, Amûdê û gelek navendên din ên Rojava bû. Li kolanan, malan û li ser maseyên xwarinê Tevgera Apoyî dihat axaftin û ev têkilî heta sala 1983’an dom kir.
Çûyîna Bekayê
Piştî pêvajoya Rojava, derbasbûna Abdullah Ocalan a kampa li Geliyê Bekaayê ya di navbera Lubnan û Şamê ku komên Filistînî jiyan dikirin de, eleqeya kesên ku dixwazin wî bibînin jî zêde bû. Hemû kesên ku berê wî nas dikirin an jî tenê navê wî bihîstibûn, dest bi lêgerîna rêya çûyina Bekaayê kirin. Gelek kesên ku bi kadroyên Apocî û avahiyên milîs ên li herêmê re têkilî danîn, berê xwe dan Geliyê Bekaayê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji her malbatekê herî kêm kesek çû vê kampê û bi serokê tevgerê re têkilî danî. Bi taybetî çalakiya Erûhê ya di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêk hat û mîna ji nû ve vejîna gelê Kurd tê dîtin, baweriya ku ev tevger ji avahiyên din ên siyasî yên Kurd xwedî xetek cuda xurt kir û fikra ku şoreşa Kurdistanê pêkane xurttir kir.
Encamên şênber
Îdeolojiya ku Abdullah Ocalan li Rojava û li seranserê Kurdistanê belav kir, ji aliyê gel ve mîna rêyek ji bo rizgariyê hate pejirandin. Di serî de Kurd û Ereb mirovên ji hemû beşên civakê, bê fikrê mîna şêwazek nû ya jiyanê û şêwazek têkoşînê pejirandin. Hêzên hegemonîk ên ji vê pêşketinê aciz bûn jî, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo astengkirina pevajoyê komployek navneteweyî dan destpêkirin. Tecrîda mutleq a ku niha li Îmraliyê tê domandin, mîna berdewamiya vê komployê tê nirxandin. Tovên têkoşînê yên Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriye û Rojava çand, bû sedem ku bi sedan kesan tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibin û ev danezan di sala 2015’an de bi Şoreşa Rojava re encamek şênber da.
'Rojava xeta min a sor e'
Abdullah Ocalan di her fersendê de û bi taybetî jî di demên dawî de got ‘Rojava xeta min a sor e.' Abdullah Ocalan a di sala 2025’an de hişyariyên xwe yên li ser rewşa Rojava anî ziman, di civîna dawî ya heyetê ya di meha Kanûnê de, hişyarî da ku rêveberiya Rojava bi lezgînî tevbigere û bi rêveberiya Şamê re ji bo diyalog û danûstandinan a di mijara Peymana 10’ê Adarê de vekirî bin û got: "Xuya ye hêzên hegemonîk dê mudaxeleyê Sûriyeyê bikin, lewma ji bo pêşîgirtina vê yekê bi awayekî lezgîn divê bikevin tevgerê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hişyarî û hemleyên xwe pêvajoyê birêve bir. Bi yekîtiya gelan û Kurdan komploya duyemîn a li dijî Kurdan hatibû plankirin, vala hat derxistin. Kesên ku dixwestin li Rojava paradîgmaya Abdullah Ocalan hilweşînin, nikaribûn li ser maseyê û li qadê hêza ku bi yekîtiya hatiye afirandin, hilweşînin. Abdullah Ocalan 27 sal in bi gelê Kurd re li dijî komployê li ber xwe dide û gelê Kurd careke din bi heman îradeyê komployê şikand.