Komkujiya Cindirêsê li Silêmanî hat şermezarkirin

Komkujiya li Cindirês a Efrînê ku di şeva Newrozê de 4 welatiyên agirê Newrozê vêxistibûn hatibûn qetilkirin li Silêmanî hat şemezarkirin.

Silêmanî – Şeva 20’ê Adarê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye 4 welatiyên ku xwestin agirê Newrozê vêxin ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetil kirin. Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk, Nûnertiya Kongra Star û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê li ber Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya li Silêmanî komkujiyê şermezar kirin û xwestin demildest ji berpirsên komkujiyê hesab bê xwestin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat gotin “4 welatiyên Efrînî yên xwestin agirê newrozê vêxin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.” hat xwestin ku tavilê berpirsên komkujiyê bên dadgehkirin. Her wiha di daxuyaniyê de bal li ser kiryarên dermirovî yê dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne hat kişandin û banga hesab pirsîna van kiryaran hat bilêvkirin.

Endama encumena penaberên Rojavayê Kurdistanê Niam Şêx Abdulrezaq li dijî komkujiyê helwesta xwe anî ziman, ev komkujî bi tundî şermezar kir. Niam Şêx Abdulrezaq a anî ziman ku her çar hemwelatî ji heman malbatê ne, bal kişan li ser kiryarên dermirovî yê dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne û bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî van kiryaran têbikoşin.