Komkojiya Parîsê li Mexmûrê hat şermezar kirin
Li Wargeha penaberan a Mexmûrê 9’emîn salvegera komkojiya Parîsê bi meşek girseyî hat şermezar kirin.
Mexmûr - Bi boneya 9’emîn salvegera komkojiya Parîsê ya li beramberî sê şoregerên Kurd hatî kirin ku Sara (Sakîne Cansîz), Rojbîn (Leyla Şaylemez), Ronahî (Fîdan Doxan) hatin qetilkirin, gelê Mexmûrê bi meşek gireseyî ev komkojî şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna hezaran kes ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê salona Konfaransê berdewam kir û li wê derê destpêkê ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Filîz Budak axivî.
“Komkojiya 9’ê Çile berdewamiya komploya navnetewiye”
Endama Koordînsayona Meclîsa Îştar bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Di şexsê rêheval Sara de em tevayî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber di tewînin. Îro li vê derê ji bo şermezarkirin û rureşkirina komploya navnetewî ku di 15’ê Sibatê de hatî berdewamkirin û 9’ê Çile weke berdewamiya vê komployê rê hevala Rêbertiya me heval Sara, bi wê re haval Rojbîn û Ronahî dayîn qetilkirin madebûne, cardin bi salan piştî wê li kolanên Silopya qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr, Fatma Uyar û bi vê re her roj li Kurdistan û seranserî cîhanê komkojiyê ku li beramberî jinan tê meşandin komkojiyên ku li beramberî jinên ku dixwazin azad jiyan bikin, jinên ku dixwazin li beramberî sîstema desthilatdar ruhê serhildanê û rêxistinên jinan bidin destpêkirin em kom bûne.”
“Her windahiyek ji me re dibe hêz û nûkirina sozê”
Filîz Budak di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser bernxwedaniya Sara û wiha dom kir: “Bê guman êrîşên pergala desthilatdar ên polîtik bi zanabûn jinên ku dibin hêviya hemû jinan hedefdigirin û bi taybet hedefgirtina rê heval Sara em baş di zanîn, xwestin ku moral û motîvasyona Rêbertiya me bixin. Em dizanîn yek ji berê bingehîn ê avakirinan Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê rê heval Sara bû. Bi vê yekê xwestin bi komkojiya 9’ê Çilê re komployê berdewam bikin. Dewleta Tirk girtîgehan ji bo çok danîn, teslimgirtin, îrade şikandina hêzên şoreşger dide bi karanîn. Di girtîgeha Amedê de rê heval Sara bi gotina ‘Ger tu Esad Oktay bî, ez jî Sakîne Cansiz im’ li vêderê emê çok nedanîn hêza berxwedana jinê li beramberî contaya leşkerî di salên 80’an de da destpêkirin. Di wan gîrtigehan de ya ku bi serket ruhê heval Sara û berxwedaniya jina Kurd di ruhê heval Sara de bû. Di girtîgeha dewleta Tirk de ku bi xwe avakiribûn yê binketî komara Tirkiye bû û herkesê şahidî ji vê re kir. Kîn, hêrs û nefreta dewleta Tirk bi salan li beramberî heval Sara dayî berdewamkirin, li beramberî hemû îşkence û hemû kiryarên ku xwestin unura wê bişkênin û ne karîn bikin, li beramberî têkoşîna heval Sara çok danîn kîna wan ew bû ku bi komployek navnetewî, bi komkojiya ku li ser heval Sara dayîn pêkanîn xwestin bigihin encamê. Her şihadet û windahiyek ji me re dibe hêz û soza nûkirinê û dibe bi sedan Sara, Rojbîn û Ronahî bejdarî vê rêxistinê bibin. Sara ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûbû perperîka azadiyê, lewma li seranserî Evrûpa, Kurdistan û cîhanê me dît her jina ku daxwaza wê ya azadiyê heye rêxistin û komeleyên jinan avakirin, îro Sara li seranserî Rojhilata Navîn bûye destanek.”
“Heta ku ev komkojî ronî nebe Parîs sucdar, rureş û hevkarê vê qetlîamê ye”
Filîz Budak bî bîr xist ku wê jinên Kurd bi ruhê Sara Rojbîn û Ronahiyan bi serbikevin û wiha got: “Şopên Sara di Mexmûrê de zêdeye û her ferdê li Mexmûrê jiyan dike şahidi ji şop û bîranîn heval Sara re kirine. Yê ku bi serbikeve wê şopdarên rêya heval Sara bin. Heta ku ev komkojî ronî nebe Parîs sucdar, rureş û hevkarê vê qetlîamê ye. Ji ber wê êdî Parîs ne bajarê hezkirinê ye bajarê gunehbar ê xwe li ber evîna Sara ya azadiyê ne girtiye. Emê li ser xeta wan bi meşin û yekane rê deriyê Îmralê şikandin, bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar kirinê emê wê çaxê bêjin em şopdarê şehîd Sara ne. Kesên ku îro li serê çiyayên Kurdistanê bombeyên kîmyayî li ser zarokên Kurdan dibarînîn berdewamiya vê komkojiyê ye. Em di bêjin tu hêz nikare li beramberî hêza ku civakî bûye bi sekine. Em di bêjin azadî mutlaq a kesên li berxwe dide ye, yê ku li ber xwe dide gelê Kurd û fikrê Rêber Apo û ruhê şehîd Sara ye. Bi vê yekê em dibêjin şehîd namirin.”
Daxuyanî bi diruşmên “Bimre îxanet”, ‘Jin jiyan azadî Sara Rojbîn Ronahî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.