Komîteya Tendirûstî ya Mexmûrê: Em ji tendirûstiya Rêberê xwe bi fikar in

Komîteya Tendirûstî ya Wargeha Mexmûrê, bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, anî ziman ku ew ji tendirûstiya wê bi fikart in û got: “Heta şikandina tecrîdê wê têkoşîna me jî di asta herî jor de bidome.”

Mexmûr- 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tên ragirtin û ev zêdetirî 40 meh in tu agahî nayên girtin. Hat zanîn ku di 4’ê tîrmeha 2024’an de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din careke din bi hinceta “cezayê disiplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatan re hate birîn.

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Avahiya Nexweşxaneya Şehîd Dr. Hogir, bi tevlîbûna endamên komîteyê û bi deqeyek rêzgirtin hat dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Bendê Budak ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek tê zanîn ev 25 salin Rêberê gelê Kurd ji aliyê hêzên hegemonên navnetewî ve bi komployek navnetewî ve hatiye dîlgirtin. Bi taybet dewleta faşîst ya Tirk di van 25 salan de rola gardiyantiyê leyîstiye. Girtîgeha Îmralî di her alî de bandorên neyênî li ser tenduristiya Rêberê me çêdike. Ji ber rewşa avhewayê, şilî, ritûbet, bê oksîjenî û nedîtîna tavê di hêle ku nexweşîyên weke astim, tengbûna nefesê, rebo, kêmbûna kalsiyûm, helandina hestî û kêmbûna xwînê çêbibe. Li gorî agahiyên kevin ên di derbarê cihê Rêbertî lê dima; ji derveyî pencereyek biçûk bi çi şêweyî oksîjena ji derve derbazî hindir nabe. Ev jî bi demê re dihêle ku bibe sedema nexweşîyên herî bixeter. Her wiha bûyera jehrkirina Rêbertî ya di sala 2007’an de jî hîn di bîra me de ye. Bi qasî bandrorên neyenî yên li ser rewşa tenduristiya Rêberê me, şereke derûnî yê taybet bi astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî tê meşandin. Ev rewş jî fikarên me bijişkan, kedkarên tenduristiyê û gelê Kurd hîn zêdetir dike.

‘Bi tu awayî agahiya me ji Rêberê me tune ye’

Ev nêzîke 4 salin jî bi tu şêwazê hevdîtîn bi Rêbertî re nehatine kirin. Bi tu awayî agahiya me ji Rêberê me tune ye. Di demek nêzîk de erdheja ku li nêzî Girava Îmraliyê çêbûyî, her wiha cezayên di bin navê disiplîn û qedexeya hevdîtinê de dihêle em di derbarê tenduristiya  Rêbertî de bêhtir gûmanên me çêbibin. Di pêkanînên dawî de jî diyar dibe ku Erdoganê dîktator û hikûmeta wî ya faşîst wê tecrîtê hîn girantir bikin. Ev zext di roja îro de li ser hemû girtîyên sîyasî jî tê meşandin. Li ber çavên cîhanê li Girtîgeha Îmraliyê kiryarên dij mirovî û dij huquqî têne pêkanîn. Dewleta Tirk bixwe hiqûqa dewleta xwe binpê dike û heta li dijî hevpeymanên navnetewî yên îmzekirî jî derdikeve. Dewleta Tirk li ber çavên raya giştî xwe bi xwe vala derdixe.

Bi vî awayî li ber çavên cîhanê li girtîgeha Îmralî kiryarên dijî mirovane û dij hûqiqî têne pêkanîn. Dewleta Tirk bixwe hiqûqa dewleta xwe binpê dike û heta li dijî hevpeymanên navnetêwî yên îmzekirî jî derdikeve. Dewleta Tirk li ber çavên raya giştî xwe bi xwe vala derdixe. Di qanûn û hiqûqên cihanê de, ger tu girtîbe jî mafê jîyan û tenduristîyeke baş a her mirovî heye. Destpêkê Rêbertî û tevahî girtiyên siyasî ji van mafan bê par dimînîn. Di nava şert û mercên derveyî mîrovî de israra jiyana azad didomînîn.

‘Pêwîste NY û CPT jî xwedî li erkên xwe derbikevin’

Em bang li bijişkên demokrat, NY û CPT’yê dikin ku guh bidin dengê wîjdan û exlaqê xwe û xwedî li erkên xwe derbikevin. Em pêwîstiyên erka xwe pêkbînîn. Astengî çi dibin bila bibin; ji bo tenduristiya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzikî bikevin nava liv û tevgerê. Weke Komîteya Tenduristî ya Wargeha Mexmûrê jî heta ku tecrîd neyê şikandin û azadî fizikî ya Rêbertî misoger nebe, wê têkoşîn û berxwedana me jî di asta herî jor de berdewam bike.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bi dawî bû.