Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star yekemîn konferansa xwe lidar xist

Bi dirûşmeya ‘Li ser şopa şehîdên şoreşa jin em ê civaka azad ava bikin’ Yekemîn Konferansa Komîteya Qada Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna 225 delegeyan hat lidarxistin.

Qamişlo – Rêxistina Kongra Star a bi 12 komîteyên li ser bingehê Netewa Demokratîk xwe birêxistin kiriye di vê pêvajoyê de ji bo her komîteyan konferansên xwe yên dû salan li dar dixe û xwe ji bo kongra giştî amade dike. Îro jî bi dirûşmeya ‘Li ser şopa şehîdên şoreşa jin em ê civaka azad ava bikin’ Komîteya Qada Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêxistina Kongra Star, piştî 4 salan ji avabûnê, yekemîn konferansa xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidar xist. Konferans bi amadebûna 225 delegeyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Di konferansa ku tê de tevî rêziknameyê rapora du salan a xebatan hat xwendin û nîqaşkirin, rewşa siyasî ya ku cîhan û herem tê de derbas dibe hat nirxandin û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Her wiha li ser kar û xebata ku di van salan de hatiye kirin sînevîzyonekê hat pêşkêşkirin.

‘Dê konferans rê li pêşiya serkeftinên mezintir veke’

Endama Komîteya Qada Civakî ya Kantona Qamişlo Hediya Ebdo ya der barê konferansa ku yekem car tê lidarxistin axivî, destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo xwe gihandina birêxistinbûnek wiha gelek têkoşiyane û wiha domand; “Bi taybet ji bo jinên me yên berxwedêr ên ku canê xwe ji bo şoreşa jin feda kirin, em bi tekezî li ser şopa wan dimeşin û bi vîna wan rêya têkoşînê dewam dikin. Qada Civakî li ser asta Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike û gelek komîteyan di nava xwe de dihewîne. Di sala 2022’an de Qada Civakî di nava civakê de gelek çalakî û roleke berbiçav leyîst, çi di milê dayîna semîneran der barê zewaca temenbiçûk û çi jî ji bo şîdet û pirjiniyê ya ku jin rastî wê tê. Di heman demê de ji bo alîkariya kesên astengdar û taybet zarok gelek xebat hatin meşandin ji gelek aliyan ve. Em hêvîdar in ku ev konferans rê li pêşiya serkeftinên mezintir veke, em di kar û xebatên xwe de dewam in û ji bo jinan her tim bi israr in.”

‘Qada Civakî rê li ber azadiya hemû ferdên civakê vedike’

Berdevka Komîteya Qada Civakî ya Kantona Qamişlo Mizgîn Hemo behsa girîngiya Qada Civakî kir û got; “Eger civak rêxistin bibe û azad bibe dê her ferdek di civakê de azad bibe. Em wekî Qada Civakî bêtir jin û zarokan hedef digirin û li ser pêşketina wan xebat dikin. Bi taybet ji bo mijara tundiya li ser jin û zarokan em dixwazin heta ji destê me bê em bikaribin alîkariya wan bikin û wan ber bi maf û azadiya wan ve bibin.”

‘Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê serbikevin’

Mizgîn Hemo got ku sekna wan bersivek ji bo hemû dijminan re, her wiha destnîşan kir ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê serbikevin û wiha bidawî kir: “Me xwest konferansa xwe di vê demê li dar biixn da ku em bibin bersiv ji dijminê hov re wekî dewleta tirk ku rojane jinên mem yên pêşeng hedef digire û dixwaze vîna jinan tune bike. Em li ser piya ne, sekna me ya li vir israra me diyar dike. Şoreşa ku bi jinê hat naskirin dê ti kes niakribe vê şoreşê têk bibe bi awayî mabe. Weke ku em hemû dizanin ev 30 sal bûn ku Rojhilat û Îran bi sîstema desthiltdar hatibû xitimandin û jin tê de ji her alî ve hatibûn fetisandin. Şoreşa Rojava bandoriya xwe li Rojhilat û Îranê jî kir. Lewma me dît çawa jinan li wir dest bi serhildanê kirin û êdî zordestî nema qebûl kirin.”