Komîteya Parastina Rojnamegeran sê rojnamegerên jin xelat kir

Komîteya Parastina Rojnamegeran Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022'an da sê jinên rojnameger ên ku jiyana xwe ji bo şopandina mijarên mafên mirovan xistine metirsiyê.

Navenda Nûçeyan - Komîteya Parastina Rojnamegeran Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022'an da rojnamevana Kurd Niyaz Ebdullah, Sevgil Musayeva ya Ukranî û Pham Duan Trang a Vîetnamî ku jiyana xwe ji bo şopandina mijarên mafên mirovan xistine metirsiyê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan got ku Niyaz Ebdullah mijarên siyasetê, aloziyên sivîl, gendeliya hikûmetê û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê şapand û wiha axivî: "Niyaz Ebdullah di sala 2021'ê de dosyayên rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl ên Kurd ku bi tawanên têkildarî ewlekariya neteweyî hatine mehkûmkirin, şopand. Niyaz Ebdullah ji ber rexnekirina zextên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li ser azadiya çapemeniyê û azadiya derbirînê, rastî zordestiya qanûnî ya hêzên ewlekarî û desthilatdariyê hat û ji ber karê xwe hat girtin û gefa tundiyê li wê hat kirin û vê yekê ew neçar kir ku di sala 2021'an de koçî Fransa bibe."

Komîteya Parastina Rojnamevanan da zanîn ku piştî şerê li ser Ukraynayê di Sibata borî de dest pê kir, rojnamevana Ukranî Sevgil Musaeva tîmê xwe amade kir da ku raporên rast û bêalî li ser şer çêbikin û wiha got: "Hewl didan ku mijarên raporên wan ne tenê îstatîstîk bin. Sevgil Musaeva berê gendeliya di warên neft û gazê de şopandibû û niha jî eniyên pêş ên şer ku metirsiyeke mezin li ser jiyana wê çêdike dişopîne. Piştî weşandina rapora lêkolînê gefên kuştinê li wê û hevalên wê hatin xwarin."

Edîtora giştî ya rojnameya Ukrainska Pravda Sevgil Musayeva şeş caran Xelata Presszvanie ya ji bo Rojnamegeriya Aborî ya Ukraynayê girtiye. Kovara Time di sala 2022'an de Sevgil Musayeva yek ji 100 kesên herî bi bandor ên li cîhanê destnîşan kir.

Komîteya Parastina Rojnamevanan diyar kir ku rojnamevana Vîetnamî Pham Duan Trang neh sal cezayê girtîgehê dikişîne, li gorî xala 117 a Qanûna Cezayê, ya ku weşandina nûçeyên dijî hikûmetê li hawirdora medyaya Vîetnamê ya bi sansûra giran qedexe dike.

Pham Duan Trang nûçegihana berê yê medyayê ya hukûmetê bû ku ji ber eşkerekirina dengê lêpirsîna polîs dema ku di binçavkirina rojnamevanek serbixwe de bû û şopandina mijarên mafên mirovan, ji kar hat dûrxistin. Beriya girtina wê di Cotmeha 2020'an de, wê li ser rûpela xwe ya medyaya dîjîtal nivîsand ku ji ber karê xwe yê di çapameniyê de ji hêla polîs ve rastî êrîşan hatiye. Wê nameyek ji bo reformên demokratîk bi sernavê "Tenê eger ez girtî bim" weşand ku bi berfirehî li ser înternetê belav bû.