Komîteya Koçberan a Serêkaniyê binpêkirinên 6 salan aşkere kir

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê hejmara binpêkirinên şeş salan aşkere kir, destnîşan kir ku 5 gund hatine hilweşandin, malên 44 sivîlan hatine desteserkirin, gelek erdên Kurdan hatine desteserkirin û gelek kes hatine revandin û windakirin.

Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encama êrîşan de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 4’ê Cotmehê de dest bi kampanyayek zengîn a çalakiyan a ji bo vegera bi ewle ya Serêkaniyê kir.

Îro Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek li Kampa Serêkaniyê da. Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Meysa Elî daxuyaniyê xwend. Serjimêriya binpêkirinan jî, ji aliyê Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Fatma Meskenî ve hat xwendin.

‘6 salan êş kûrtir kirine’

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve ango 9’ê Cotmeha 2019’an de, bi alîkariya komên çekdar en hevalbend, bajarê Serêkaniyê û gundewarén derdora wê rastî binpêkirinên sîstematîk ên li dijî nifûsa xwecihî hatine. Daxuyanî wiha dom kir:

“Heta Cotmeha 2025’an, şeş salên tijî dê ji vê dagirkeriyê derbas bibin. Salên ku bi polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, desteserkirina milkan û binpêkirinên mafên mirovan ên giran derbas bûne, wêraniyek berfireh hiştiye û êşa nifûsê kûrtir kiriye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van salan de, Komîteya Kesên Koçberên ji Serêkaniyê, bi sedan doz belge kirine ku berdewamiya sûc û binpêkirinên rojane li bajar û gundewarên wê piştrast dikin. Di daxuyaniyê de binpêkirinên herî berbiçav, wiha hatin rêzkirin:

Desteserkirina mal û erdên çandiniyê û talankirina milkê giştî û taybet

*Girtinên bêserûber, windakirinên bi zorê û îşkence li navendên ragirtinê yên girêdayî komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekkirin.

*Bi zorê bicîhkirina malbatên çekdarên çekdar û kesên koçber ên ji deverên din ên di hundir û derveyî Sûriyê de, wek beşek ji polîtîkayek ku armanca wê tunekirina nasnameya nifûsa xwecihi ya herêmê ye.

*Rêbazek nû ya desteserkirina nerasterast a milk û erdên kesên koçber di demên dawî de derketiye holê, ku bi van tê temsîlkirin:

*Hewldanek ji bo rewakirina kirînê ya bi rêya xapandina kesên koçber. Ev bi awayek ku pereyek zêde dide da ku erd û malên xwe bifroşin pêk tê.

*Civîn û hevrêzkirina di navbera nûnerên fraksiyonan, encumenên herêmî yên neyasayî û navdarên herêmî de. Ji bo ku ew danûstandinê bi koçberan re bikin da ku wan razî bikin ku bifroşin.

*Hewl didin ku xuyangek "qanûnî" ya derewîn bidin veguheztina milkê, her çiqas hemû prosedurên wiha di bin dagirkeriyê de têne kirin û ti rewatiya qanûnî an ehlaqî tuneye jî.

*Ev pratîk, beşek ji polîtîkayek sîstematîk in ku armanc dike ku guhertina demografîk bi rêya bikaranîna amûrên ku sivîl xuya dikin lê bi xwezayî îstismarkar û zordar in, bicîh bike.

Rewşa koçberan û înkarkirina mafê vegerê yê ji wan re

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rapor nîşan didin ku bi hezaran malbatên ji sala 2019’an vir ve bi zorê koçber bûne, îro jî mafê wan ê vegera malên xwe ya di bin kontrola berdewam a fraksiyonên çekdar ên ku ji hēla Tirkiyê ve têne piştgirî kirin, nadin wan. Hat destnîşankirin ku ev fraksiyon bi sepandina desthilatdariyên Defacto û pêkanîna pratîkên nemirovane, li dijî sivilan dixebitin ku dimenê bajêr û niştecihên wê yên resen biguherînin.

Binpêkirinên Aborî û Civakî

Komîteyê derbarê berdewamiya binpêkirinên aborî û civakî yên li bajêr û gundewarê wê de jî ev agahî ragihandin:

*Dizîna çavkaniyên çandiniyê û avê.

*Talankirina milkên giştî û taybet û veguhestina dahatên wê ya bo komên alîgir,

*Bikaranîna gund û zeviyan wek baregehên leşkerî û navendên perwerdê ji bo kirêgiran. Ev jî, binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî û ‘Peymanên Cenevreyê yên li ser Parastina Sivîlan a di Dema Şerê Çekdarî de’ ye.

Serjimariya binpêkirinan

Li gor xebata meydanî ya komîteyê û raporên mafên mirovan, di vê serdemê de îstatîstikên herî berbiçav û rastiyên belgekirî, ev in:

*Desteserkirina malên sivîlan: 44,

*Desteserkirina dikanên bazirganî: Bi qasî 6 heza û 300 dikan,

*Desteserkirina erdên çandiniyê yên Kurdan: Bi qasî hezar û 900’î,

*Hejmara gundên ku qismî an bi tevahî hatine hilweşandin:5 gund,

*Bûyerên girtin, windabûn, înfazên meydanî û îşkenceyê: 15 bûyer,

*Hejmara dozên şerê navxweyî: Hezar û 275 bûyer,

Hejmara kuştinên li ser sînorê Tirkiyê: 20 bûyer,

*Hejmara bombebaranan: 75 car,

*Hejmara sivîlên winda û kesên têkildar: 72 doz,

*Hejmara torên qaçaxçîtiya mirovan a ji sînor: 23 doz.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na” bi dawî bû.