Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê xebatên perwerdê didomîne

Komîteya Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo zanista Jineolojî û girêdayî giştî xebatên pergalê, perwerdeyên xwe bi awayekî periyodîk bi rêve dibe.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Mexmûrê di sala 2016’an de Komîteya Jineolojî hat avakirin. Komîteya Jineolojî ji sala hatî avakirin ve di nava wargehê de ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan xebatên cûrbicûr dimeşîne. Komîteya Jineolojî ji bo zanista Jineolojî û girêdayî giştî xebatên pergalê, dem dem dewreyên perwerdê vedikê. Li gel perwerdehiyan, ji bo pêşxistina polîtîkayên alternatîf bi taybetî jî li ser hebûna jinê, xweza, siyaset, etîk û estetîk, aborî û wêjeyê jî lêkolînan dike.

Bi qasî sê salan e komîteya Jineolojî ji bo endamên xwe her heftê du şevan perwerde dide. Mijarên ku di perwerdê de têne nîqaşkirin wiha ne; Li ser dîroka têkoşîna jin, hevjiyana azad, zanista Jineolojî, bi vê ve girêdayî li ser 9 rehendên paradîgmaya Netewa Demokratîk, 5 rêgezên birdoziya rizgariya jin, perwerde têne dayîn û di perwerdê de belgesel û fîlmên ku dîroka jin, hebûna jin yan jî têkoşîna jin tîne ser ziman têne pêşkêşkirin.

Girêdayî xebat û armanca Komîteyê Hevseroka Meclîsa Gel, di heman demê de yek ji rêveberên komîteya Jineolojiyê Fîlîz Budak ji ajansa me re axivî.

Li taxan, dibistanan û di nav komîteyê bi xwe de perwerde tê dayîn

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de qala avakirina komîteyê kir û got: “Ji sala 2016’an heta niha komîteya Jineolojî hatiye avakirin. Komîteya Jineolojî hem di nava taxan, hem dibistan û hem jî komîteyê bixwe de perwerdeyan dide û bi taybet dinava sîstema wargehê de komîteyên heyî yên rehendên Netewa Demokratîk yê wargehê, endamên Meclîsê dem bi dem li ser zanista Jineolojî û girêdayî giştî xebatên pergalê dewreyên perwerdê divekin. Vana jî li ser parêznameyên Rêbertî, pergal û bingehê jineolojî wê çawa were pêşxistin, çi ye? Di dîroka jinê de çi heye, buyerên ku hatine jiyankirin û xebatên ku jin ji destpêka dîrokê heta niha dane avakirin, bi esasê ku heqîqeta jinê, jinbûyîn û civakê derxe holê Jineolojî xebatên xwe yên perwerdê dimeşîne.”

‘Ji bo endamên komîteyê hertim nava nûbûnê de bin perwerde têne dayîn’

Fîlîz Budak destnîşan kir ku ji ber Jineolojî xebatên guherandina hişmendiyê armanc dike, dem dem dewreyên perwerdê têne lidarxistin û got: “Wek komîteya perwerdê ya Jineolojî ya Mexmûrê jî heta niha derbarê serpêhatiyên jinên wargehê de pirtûkek nivîsandine. Her wiha ji bo li dibistanên wargehê waneyên Jineolojî û dîroka jin were dayîn, belge hatine berhevkirin û pirtûkên waneyê hatine amedekirin. Lê belê li kêleka vana ji bo endamên wê bixwe jî ji bo bikarin xwe perwerde bikin û perwerde bidin, timî bikarin nûbûnê dixwe de ava bikin qasî sê salan e her heftî du şevan dinavxweyî de ji aliyê endamên wê xwe bi xwe perwerde tê dayîn. Mijarên wê yên diyar hene. Ew jî li ser dîroka têkoşîna jin, hevjiyana azad, zanista jineolojî, bi vê ve girêdayî li ser 9 rehendên paradîgmaya Netewa Demokratîk, 5 rêgezên PAJK’ê yên tevgera azadiya jin sekinandinek çêdibe. Di van perwerdeyên navxweyî de girêdayî belgesel û fîlmên ku dîroka jin, hebûna jin yan jî têkoşîna jin tîne ser ziman têne pêşkêş kirin.”

‘Li ser dîroka Kurdistanê lêkolîn têne kirin’

Fîlîz Budak da xuyakirin ku di perwerdeyê de li kêleka pirtûkên girêdayî têkoşîna jin, pirtûkên girêdayî dîroka Kurdistanê jî têne xwendin û got: “Herî dawî pirtûka dîroka Kurdistanê ya Şehîd Helmet bi komî hat xwedin û li ser şîrove hatin kirin. Di wê pirtûkê de li ser zimanê Kurdî, têkoşîna Kurd û serhildanên Kurdan yên heta dema PKK’ê hatine, nîqaş hatin kirin. Di van şevên dawî de jî taybet partî û rêxistinên ku di Kurdistanê de rabûne û yên ku hevkar in, yên ku têkoşîneke rast ya Kurdan dane pêşkêşkirin û di nava van rêxistinan de rol û mîsyona jinê, zoriyên ku jin kişandine û têkoşîna ku jinê daye, hîn zêdetir hat ser ziman. Lê di asta giştî de dîroka Kurdistanê sedsalên dawî de çi hatiye jiyankirin, polîtîkayek çawa li ser gelê Kurd û Kurdistanê hatiye meşandin û gelê Kurd wek civak û rêxistin têkoşînek çawa li beramberî van polîtîkayên qirkirinê dane meşandin. Hîn zêdetir ev mijar têne nîqaşkirin.

Lê kêleka vê jî mirov dikare bêje li gorî pirtûkên ku hatine destgirtin rêxistinên di Kurdistanê de ava bûne, bi taybet rol û mîsyona ku desthilatdariyê ji bo hevkariyê ji wan re dayî, çi zerer dane têkoşîna Kurdistan û gelê Kurd? Ev mijar bi giranî hatin destgirtin û mirov bikare îxanet û hevkariya ku niha jî tê pêkanîn bi dewlet û desthilatdariyê re û bi taybet jî bi dewleta Tirk re. Ev hatin nirxandin. Ji ber erkek din ê Jineolojî rast analîzkirin û lêkolînkirina dîrokê ye, her wiha li ser wê dersên dîrokî derxistin û civak di wê çarçoveyê de gihandina zanistê ye.”

‘Perwerde gavek ji bo azadiyê ye’

Rojîn Turan a ku nû buye endamek ya Jinelojiyê qala girîngiya perwerdê kir û got: “Perwerde ji bo ku em bikarin kesayetek azad ava bikin gavek gelek girîng e. Gaveke ji bo azadiyê ye û bi taybet jî ji bo azadiya jin. Perwerdeya Jineolojî rê li jinan vedike ku jin bikeve ferqa hebûna xwe. Jixwe zanista Jineolojî zanista fam kirina jinê ye. Jin di jiyanê de çawa bicih kirin û rolek çawa dan qezençkirine. Jineolojî, ew mafên ku ji jinê hatine standin dixwaze car din li jinê vegerîne.”

Rojîn Turan wiha qala beşdarbûna xwe ya navenda Jineolojiyê kir: “Buyerên ku di nav civakê de rû didin bala min kişandin, wek zextên ku li ser jinê têne meşandin. Min jî xwest bi riyek ji vê yekê re bibêjim raweste. Ji bo wê min berê xwe da Komîteya Jineolojî. Her wiha ji bo ku ez nebim koleyê vê sîstem û zîhniyeta mêr a desthilatdar beşdarî perwerdeyê bûm.”

‘Bila hemu jin beşdarî perwerdeyan bibin’

Rojîn Turan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Perwerdeyên me piranî li ser pêşketina jin, buyerên hatine jiyankirin, jinek çawa bikare bê tirs û guman xwe bi rehetî îfade bike ne. Ev nêzî du mehan e em wek komek jinên ciwan têne perwerdê. Me encamên girîng bi destxistin û ne tenê em dikevin ferqa vê encamê. Derdora me jî dikeve ferqa wê de û ev ji bo me cihê rumetê ye. Banga min ji bo jinan ew e ku beşdarî perwerdeyan bibin û xwe pêşbixin.”