Komîteya Jinan a Neteweyî ji sala 1996’an û vir ve têkoşîna wekheviyê dide

Komîteya Jinan a Neteweyî ya Yemenê ji bo bihêzkirina jinan a siyasî, aborî, civakî û çandî û ji bo mafên hemwelatîbûna wekhev têdikoşe.

FATÎMA REŞAD

Yemen - Hikûmeta Yemenê di sala 1996’an de Komîteya Jinan a Neteweyî ava kir da ku wekî mekanîzmaya neteweyî ya bihêzkirin û pêşkeftina jinên Yemenî bixebite. Komîteya Jinan a Netewî di warên aborî, civakî, perwerdeyî, çandî û siyasî de xebatên xwe dimeşîne. Di komîteyê de nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên meclîsên herêmî hene. Ji ber ku piraniya biryarderên hikûmetê mêr in, komîte di pejirandina biryarên xwe de zehmetiyê dikşîne û qanûnên ku derbasî kaxezê dibin, bi pêkanînên keyfî bê bandor dimînin.

Seroka Komîteya Jinan a Netewî ya Yemenê Şefîka Saeed der barê xebatên Komîteya Jinan a Netewî de agahî dan ajansa me.

‘Komîteyê ji bo tevlîbûna jinan di pêvajoyên biryargirtinê de dixebite’

Şefîka Saeed bal kişand ser girîngiya hebûna jinan di rêveberiyên welat de di erkên biryardanê de û got ku komîte bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e û ji bo zêdekirina hebûna jinan di jiyana siyasî, aborî û civakî de dixebite. Şefîka Saeed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Komîteyê ji bo beşdarbûna jinan di cihên biryargirtinê de, beşdarbûna wan di danûstandin, diyalog û avakirina aştiyê de, ji bo hişyarkirina pirsgirêkên wan û têkoşîna li dijî tundiyê xebatên xwe dimeşîne. Xebatên weke xurtkirina jinan di warê siyasî û aborî de, girîngî dayîna jinên ji cih û warê xwe bune û piştgiriya qanûnî û tenduristiyê ji wan re hatin kirin.”

‘Divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin’

Şefîka Saeed a ku di sala 2023’an de beşdarî Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî ya ku li Koreya Başûr hat lidarxistin bû, ji aliyê Koma Jin û Aştiyê ya Navneteweyî ve Sernavê Balyozê Aştiyê wergirt. Şefîka Saeed anî ziman ku jin di danûstandinên aştiyê de xwedî roleke girîng in û got: “Şer bandoreke mezin li pêkhateya civakî, asta hişmendî, fikir û çandê dike. Diyardeya tundiyê zêde dibe. Krîza koçberiyê û xirabûna rewşa aborî bandorê li jinan dike. Jin naxwazin beşdarî siyasetê bibin.”

‘Ji ber şer demekê xebat hatin rawestandin’

Şefîka Saeed bal kişand ku bêîstîkrariya siyasî û berdewamiya şerê navxweyî yê li Yemenê bandorê li xebatên Komîteya Jinan a Netewî dike û wiha dewam kir:

“Ji ber zêdebûna pevçûnan, xebatên komîteyê hatin rawestandin. Me xebatên xwe bi kedeke şexsî meşand. Di sala 2021’an de, me bêyî kadro ji sifirê dest pê kir. Me giranî da xebatên perwerde û rêxistinbûnê. Komîteyê her wiha bi armanca aktîfkirina rola jinan di wezaretan de, çêkirina plansaziya stratejî ya komîteyê û birêxistinkirina heştemîn konferansa netewî ya ku îro ji ber şer bi pêşniyarên li ser pirsgirêkên jinan derketiye pêş. Her wiha li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kampanyayên hişyariyê hatin lidarxistin. Li ser vê mijarê gelek çalakî û komxebat hatin lidarxistin. Her wiha me banga zêdekirina tevlîbûna jinan a di nava siyasetê de kir û li gorî vê yekê ji sedî 20’ê jinan ji bo Meclîsa Bilind hatin wezîfedarkirin. Ji bo jinan di walitiyan de hin tayîn hatin kirin.”