Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûr name ji CPT’yê re şand

Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya Başûrê Kurdistanê nameyek ji CPT’yê re şand û daxwaza serdana lezgîn ji bo Îmraliyê kir.

Navenda Nûçeyan-Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’  de Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê nameyek ji CPT’yê şand. Di nameyê de daxwaza serdana lezgîn ji bo Îmraliyê hat kirin. Her wiha bang li tevayî gelê Kurd û dostên wê hate kirin ku xwedî li Rêberê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û kampanyaya şandina nameyan berdewam bikin.

Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya li Başûrê Kurdistanê, bi armanca ku biçe Girtîgeha Îmraliyê û dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bîne, nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê (KE) re şand.

‘CPT û DMME bûne parçeyek ji îşkenceya dewleta Tirk’

Endamê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya li Başûrê Kurdistanê Şoriş Xidir derbarê mijarê de agahî da Rojnewsê û got; “Birêz Ocalan zêdetirî 25 sal e li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û rastî her cure îşkenceyê tê. Sedema wê jî ew e ku wek bîrmend û rêberekê Kurdên azadîxwaz li ser piyan hiştiye. Ji ber vê yekê welatên hêzdar vê yekê qebûl nakin û hevdîtinên bi birêz Ocalan re asteng dikin. Sê salin em hewl didin ku ji birêz Ocalan agahiyekê bigirin. Girînge her ferdek Kurd ji bo agahiyan ji birêz Ocalan û girtiyên din bigire, hemû hewldanan bike. CPT di hevdîtinên bi girtiyên din re diviyabû roleke aktîf bileyîsta. Mixabin CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi xwe jî bûne parçeyek ji îşkenceya dewleta Tirk.”

‘Xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li doza Kurd e’

Her wiha Şoriş Xidir têkildarî şandina nameya ji CPT’yê re wiha got; “Weke Komîteya Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ya Başûrê Kurdistanê me nameyek vekirî ji CPT’yê re şand. Em bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û kesayetan dikin ku ji bo erka xwe bicih bîne ji CPT re nameyan bişînin.”

Di dawiyê de endamê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya Başûrê Kurdistanê Şoriş Xidir bi van gotinan bang li her kesê kir ku name ji CPT’yê re bişînin; “Ez bang li her kesê dikim ku bi komên ji 5 kesan zêdetir ji CPT’yê re nameyekê bişînin. Girînge gelê Kurd û dostên wî vî karê xwe yê exlaqî û wijdanî pêk bîne. Ji ber ku xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li doza Kurd e. Rabin ser piyan û xwedî li Birêz Ocalan derkevin.”