Komîteya Ekolojî a Kongra Star yekemîn komcivîna xwe lidar xist
Di bin dirûşmeya “Ji bo zihniyetekî ekolojik, em zanista civakî pêşbixin û bi xwezayê re bibin yek” Komîteya Ekolojî ya Kongra Star ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komcivîna xwe lidar xist.
Hesekê – Komîteya Ekolojî ya Kongra Star duh li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Hesekê yekemîn komcivîna xwe bi dirûşma “Ji bo zihniyekê ekolojîk em zanista civakî bipêş bixin û bi xwezayê re bibin yek” bi beşdarbûna 30 delegeyên ji Koordînasyona Kongra Star, Komîteya Perwerdê ya Kongra Star, Desteya Jin, Şaredarî, Koordînasyona Kongra Star a Hesekê û Qamişlo lidar xist.
Komîteya Ekolojî ji 8’ê Adara 2022’an a Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 4’ê Nîsanê ya rojbûna gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemîn car bi daxuyaniyek fermî bi dirûşma ‘Bi pêşengiya jin, vegera ekolojiya civakî’ û bi beşdarbûna zêdetirî 7 sazî û komîteyan pengavek ekolojiyê da destpêkirin. Di çarçoveya hamleya ku hat destpêkirin de li gel Komîteyên perwerde bi beşdariya 2 hezar û 558 kesan 160 semîner hatin dayîn, her wiha bi hemahengiya Kongra Star û Komîteya Şilêr zêdetirî 2 hezar dar hatine çandin û ji bo paqijiyiya jîngeh û derdorê pengavên paqijiyê hatine meşandin.
Şoreşekê ekolojîk a bi pêşengiya jinê
Endama kordînasyona Kongra Star a Rojava Newroz Kobanê ya di komcivînê de axivî da zanîn ku pêwistî bi şoreşekî ekolojîk a bi pêşengtiya jinê heye da ku guhertinên teqez pêk were. Newroz Kobanê ya destnîşan kir ku di bin polîtîkayên qirêj de dewleta Tirk ji şewitandina daran heyanî talana xwezayê, qûtkirina ava elokê û bikar anîna çekên kîmyewî, bal kişand êrişên dewleta Tirk a li ser jîngeh û xwezayê.
Newroz Kobanê ya 17 gerîlayên HPG yên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk hatin qetilkirin bibîr xist, balkişand li ser xeteriya bikaranîna çekên kîmyeweyî ya li ser gerdûn û xwezayê û wiha got: “Ev çekên kimyawî yên diavêjin erdnîgariya Kurdistanê tewazina ekolojiya gerdûnî xira dike û wekî çekekê li wan vegerê. dixwazin hemû zindiyan jî bi xwe re tune bikin. Ev rewş bi xwe nîşandide ku, krîzekî ekolojîk a mezin li ber deriye.”
Komcivîn bi nîqaşên li ser parastina jîngehê, bi plansaziya xebatên ji bo pêvajoya li pêş û bi biryargirtina avakirina platforma jinan bi avakirina civakek ekolojîk bi dawî bû.