Komîteya Aboriya Kongra Star ji bo jinan projeyên xwe didomîne

Komîteya Aboriya Kongra Star, li bajarê Hesekê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi qadên ku ji bo xebatê ava kirine ji bo gelek jinan derfetên kar ava dike.

DELAL REMEZAN

Hesekê- Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re di hemû warên jiyanê de bûn xwedî rol û di gelek karan de dixebitin. Jinên ku beriya şoreşê nikaribûn tu karî bikin, ji xebatê dihatin dûrxistin, niha di karên hilberîna herêmî û cihî de xwedî roleke girîng in.

Komîteya Aboriya Kongra Star a bajarê Hesekê jî li herêma ku êrişên dewleta Tirk didomin, di bin dorpêç, mercên aborî yên zehmet de, bi projeyên ku ji bo îstîhdamkirina jinan xistine meriyetê, derfetên xebatê diafirîne. Komîte, ji bo jin tevli jiyana xebatê bibin û di warê aborî de pêşeroja xwe bixin bin temînatê, derfetên cur be cur pêşkêş dike. Komîteyê bi atolyeya dirûtinê, fabrîkaya ku 35 jin tê de dixebitin ava kir. Li kampa Waşokanî û Al- Taleayê firinan vekir û ji bo jinan derfetên îstîhdamê zêde kir.

‘Em hewl didin ruhê kolektîf derxin holê’

Salma Ahmed, a ku di rêveberiya Kongra Star a Bajarê Hesekê de dixebite, got ku bi projeyên aborî yên ku li vê herêmê xistine meriyetê armanca wan ew e mirov têra xwe bikin û îstîhdamê zêde bikin. Salma Ahmed wiha domand: “Armanca sereke ya projeyên aboriyê ew e ku jin kerhatiyên xwe keşf bikin, bêyî alîkariya kesên din bikaribin li ser lingên xwe bisekinin, têra xwe bikin. Bi van proyeyan em hewl didin jinan bikin hevkar, ruhê kolektîf derxin holê û bi pêş bixin.”

‘Divê jin bixebitin’

Salma Ahmed diyar kir ku di projeyên çandinî, çêkirina xalîçeyan û bexçeyên li cihên cuda yên bajar de, gelek jin dixebitin û wiha domand: “Di atolyeya dirûtinê de 25 jin dixebitin. Ev proje dê salek bidome.” Salma Ahmed têkildarî projeyên xwe yên ku hewl didin bixin meriyetê jî wiha got: "Ji bo avdana zeviyên çandiniyê dê bîr werin kolandin her wiha ji bo cihên şûştina xalîçeyan pêdivî bi gelek jinên xebatkar heye. Ji bo vê yekê ji bo em xwe bigihîjînin jinan dê bi komînan re civîn bên lidarxistin. Di van civînan de dê kooperatîf werin danasîn.”

Salma Ahmed diyar kir ku ji bo jin xwedî dahata aborî bin û piştgiriyê bidin malbatên xwe divê di her warê jiyanê de bixebitin û wiha bi dawî kir: “Divê jin tevli projeyên komîteyê bibin lewre bi van projeyan dê jin bikaribin pêdiviyên xwe bi cih bînin û xwe ji mêtinkariya mêran biparêzin.”