Komîteya Aborî ya Kongra Star li dijî êrişan daxuyanî da
Komîteya Aborî ya Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk li bajarê Qamişlo daxuyanî da.
Qamişlo - Dewleta Tirk di 23’ê Cotmehê de êriş bir ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encama wan êrişan de jin û zarok jî di nav de 17 welatî jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Li kêleka windahiyên canî, binezayên heremê ji xizmetê derketin.
Li dijî van êrişan Komîteya Aborî ya Kongra Star ya Bakur û Rojhilartê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Komîteya Aborî ya Kongra Star û saziyên Rêxistina jinan li pêşiya avahiya aşê genim ya bajarê Qamişlo hat xwendin.
Daxuyanî ku ji aliyê Berdevka Kongra Star ya Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyînî ve hat xwendin.Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji dema destpêkê ya avakirina projeya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk hewl dide bi hincetên cuda yên bêbingeh êriş bike û pêşî li pêşketina vê projeye bigire.
‘Bertekên lewaz dibe faktor ku ev êriş cardin werin dubare kirin’
Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst raste rast sivîlên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Di encama van êrişan de hejmarek ji jin û zarok şehîd bûne. Li kêleka hedefgiritina sivîlan, hemû binesaziya herêmê hedef girt û di encamê de gelek navendên xizmegzariyê û jiyanê ji xizmetê derket. Di heman demê de ev bombebaran gihişte navendên hêzên ewlekariya Hundirîn, gelek karkerên ku li ser karê xwe bûn jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan jî birîndar bûne. Li hember vê jî gelê herêmê bi hemû rengê xwe têkoşîn dike ku hemû planên dijmin têk bibin û serketina pirojeya Demokratîk misoger bikin. Bertekên lewaz ên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê, dibe faktor ku ev êriş cardin werin dubare kirin. Di serî de jî helwesta dualî ya pîvanên Rûsya li herêmê ye.
Divê civakên navneteweyî bi erka xwe rabin
Êrişên herî dawî yên li ser herêmê dibe zemîneke ku herêmê ber bi krîzekê ve bibe û barên aborî li ser hemwelatiyan çêbike. Dê ev bi xwe re rewş û pêleke koçberiyê di vê pêvajoyê de bîne. Em wekî komîteya aborî ya Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van binpêkirinan şermezar dikin. Divê civakên navneteweyî bi erka xwe rabin û helwesta xwe rabere bikin. Dewleta Tirk hemû mafê mirovahî binpêdike, sûcê şer pêk tîne.
Li dora hêzên me yên leşkerî kom bibin
Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku helwesteke eşkere li dijî van êrişan raber bikin. Dîsa ji bo têkbirina armanca van êrişan em bang li hemû pêkhateyên herêmê û bi taybetî jî bang li jinan dikin ku li dora hêzên me yên leşkerî kom bibin. Di heman demê de em bibin yek dest li dora projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser.”