Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe rapora xwe ya salane ya Xezayê ragihand

Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Xezayê rapora xwe ya salane weşand û bal kişand li ser giringiya mafên jiyan. Di raporê de rêjeya tûndiya li ser jinan a li Filîstînê jî hat ragihandin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe duho bi civîneke ku lidar xist rapora xwe ya sala 2021’an a derbarê mafên mirovan a li Filistînê ragihand û pêşketin û binpêkirinên ku li ser bingehê polîtîkayan tên jiyîn destnîşan kir.

“Mafên jinan, bingehê mafên mirovan e”

Hanadi Akila ya beşdarî civînê bû ji ajansa me re axivî û wiha got: “Mafên jinan, bingehê mafên mirovan e.  Beyannameyên gerdûnî û hevpêymanên din ên navnetewî , bi taybetî ji ber ku têkoşîna mafan pêwist dike, çavkaniyên jêveneger ên mafên jinan e. Divê mafên mîna teşhîsa xebitîna mafên wan, qanûnên ku bikaribe tûndiya li ser jinan ji holê rabike were parastin.” Her wila bal lê kişand ku ji bo jinên li Xezayê pêdivî hîn bêhtir bi têkoşînekê mezin heye û daxwaz kir ku ji bo parastina jinan a li dijî tûndiya nav malê zagonekê bê avakirin.

Mafên jinan yên li Şerîda Gazzeyê bi awayekî mezin qels in

Li aliyê din Seroka Komîteya Jin û Têkiliyan a Komela Yekkirina Malbatan Marwa Hamadeh ji wiha got: “Mafên jinan yên li Şerîda Gazzeyê bi awayekî mezin qels e û jinên dixebitin dinava mafan de asê dimînin hene.”

Li gorî berê di sektora perwerdeyê de rêjeya îstihdamkirina jinan kêm e

Profesora Dîrokê Henan Ebû Remezan ji wiha axivî: “ Piştî hewldanên dawî yên ji bo pêşxistina jinan, rastî ji berê piçekî baştir bû. Ger em deh salan paşde vegerin, em dibînin ku di sektora perwerdeyê de rêjeya îstihdamkirina jinan kêm e. Niha rewş ber bi pêş ve çû û pêşket, lê hinek mafên ku hatine binpêkirin jî hene.”

Henan Ebû Remezan bal kişand ku divê bal were kişandin ser mijarên tundiya li ser jin û keçan ku gelek keç rastî lêdanên tund tên û carna gilî li dezgehên ewlehiyê jî dikin, lê ew tu encamek nade.

“Mafek ku ji jin û keçan hatiye dizîn heye”

May Hamada jî wiha got: “ Ji ber dorpêça ku ji aliyê Îsraîl ve tê kirin, ev 5 sal in ez agahî girtina ji hevserê xwe yê li Şerîeya Rojava yê zehmetî dijîm. Ez di nav komên ku li Şerîda Xezayê bandor dibin de cih digrim, ji ber vê yekê yekbûna malbatê bû pirsgirêkek û mafek ku ji jin û keçan hatiye dizîn heye.”