Komîn li gor Hevpeymana Civakî rêxistinbûna xwe xurt dikin

Bi biryarnameya Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn li gor Hevpeymana Civakî ji nû de tên birêxistinkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di çarçoveya aktîvkirina bendên Hevpeymana Civakî û Qanûna Birêxistinkirina Erkên Meclîsan a hejmar 13’an de di 28’ê Hezîranê de, Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê ji nû ve birêxistinkirina komînan û aktîvkirina kar û xebatên wan de biryarnameyên girîng da.

Di biryarnameyê de hatiye gotin ku divê xebatên komîn û Meclîsan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstemek civakî baş pêk were, xebatek berfireh bê meşandin. Li gor biryarnameyê, rojên pêncşemê ji bo paqijiyê û rojên şemiyan jî ji bo tevlîbûna xebatên komînan hatine destnîşankirin. Li kantona Cizîrê 2 hezar û 69 komîn ji nû ve dê bên birêxistinkirin. Bi armanca pêkanîna biryara Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser, li komînên bajarê Hesekê hemû Endam û rêveberên saziyan li komîna xwe dest bi aktîvkirina komîteyên komînan dikin.

Têkildarî mijarê, endamên komîna Şehîd Salar a bajarê Hesekê ji ajansa me re axivîn û tekez kirin ku Komîn yek ji destkeftiyên pîroz yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, aktîvkirina wê erka her ferdek e.

‘Em her dem endamên komîna xwe ne’

Endama Komîna Şehîd Salar Beyan Ebdo ku di nexweşxaneya tenduristî cih digre, di komîteya tenduristî ya komîna xwe de cih girt û wiha anî ziman: “Emê her roja Şemiyê di komîna xwe de kar û xebat bimeşînin, lê em her kêlî û dem endamên komîna xwe ne û çi were xwestin erka me ye ku em pêk bînin û komîna xwe bi rengekî saxlem bimeşînin. Min cihê xwe di nexweşxaneya tenduristî de girtiye û di komîna xwe de, komîteya tenduristî ya komîna xwe me. Çi pêwîstî hebe ji bo civakê em amade ne. Çawa ku di civaka xwezayî de civak bi rengê klan xwe birêve dibir, îro emê jî bi riya komînan civaka xwe bimeşînin. Piştî aktîvkirina hemû komîteyên komînê emê di rojê setek dest bi xwendina pirtûka Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk bikin. Gerek em çareseriya hemû pirsgirêkan ji pirtûkên Rêber Apo bigrin.”

‘Hemû komîteyên di komînê de hevdû temam dikin’

Beyan da zanîn ku bi aktîvkirina komînan bajar tê aktîvkirin û rê li ber hemû pirsgirêkan tê girtin û wiha got: “Her çiqas komîn akîtv be wê bajar were aktîvkirin. Komîn bingeha avakirina civakê ye, dema hemû komîte bi erkê xwe rabin wê karekî xweş û saxlem were meşandin. Rêber Apo dibêje ‘Ez ji zîndanê derkevim, ezê bibim endama komîna xwe.’ Rêbertî her dem ji me re dibêje komîn esas e, lewma gerek em xwedî li banga Rêbertî derkevin û bi erk û wîjdan karê komînan bipêş bixin da ku em serkeftinê mîsoger bikin. Li vê derê em hemû komîte hevdû temam dikin da ku em rê li ber pirsgirêkan bigirin. Wekî komîteya me ya tenduristî em bi erkê xwe rabin, emê bibin bersiv ji hemû nexweşiyan re.”

‘Komîn yek ji deskeftiyên Şoreşa Jin e’

Megl Casim diyar kir ku Komîn xebatên xwe li ser sîstema Hevserokatiyê dimeşîne û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di komînan de sîstema Hevserokatî tê meşandin. Ev sîstem di her cihî de kar û xebatê bi rengekî serkeftî meşandiye. Bi xurtkirina vê sîstemê emê komîteyên xwe ava bikin û bi yek rihî emê komînên xwe aktîv bikin da ku em bighên civakek saxlem dûrî feraseta baviksalarî ku her kesî kiriye koleyê xwe. Di komînan de hezkirin, hevgirtin û alîkarî bipêş dikeve, ji bo wê civak sîstema komînan hez kiriye, ji ber ku civak vedigere rastiya xwe.”