‘Komîn dendika civakê ye’
Jinên ji bajarokê Til EL-Elmarûf diyar kirin ku komînaltî rêbazê jiyanê û xweparastinê ye. Jinan gotin ku sîstema komîn hevgirtina wê ye.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Sîstema komîn, riya civakî ya herî rast e ber bi jiyan û ferdekî azad de. Bi taybetî jî, ji bo parestina mafên jinan. Dema ku kes hîs dikin ku dengê wan tê bihîstin û beşdariya wan ferqek çêdike, komîn dibe qadeke rojane ji bo inîsiyatîf, hevgirtinê û çareserkirina pirsgirêkên hevpar. Di vê çarçoveyê de, jin bi hebûna xwe ya di nîqaşan de, jiyana xwe ya avakirina baweriyê ya di nav civakê de û dagirtina naveroka têgeha hevkariyê ya ji bo pratîkek berbiçav ku jiyana her kesî bandor dike de, di damezrandina vê nêzîkatiyê de, rolek bingehîn dilîzin.
Jinên ji bajarokê Til El-Elmarûf têkildarî komîn çawa dikare bibe rêbazek jiyanê nêrînên xwe anîn ziman. Rêvebera Meclîsa Til EL-Elmarûf Xaliya Ehmed derbarê rola jinan a di komînan de axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jin di komînan de bi rolekî mezin bi mêr re kar dimeşînin. Di heman demê de jin di civakê de jî rolekî girîng dilîzin. Di dema berê de digotin jin tenê karê malê dike, lê niha em dibînin ku jin karekî baş di sazî û komînan de dimeşînin. Di hemû komîteyên ku di komînan de hatine avakirin de, jinan cihê xwe girtiye.”
Xaliya Ehmed diyar kir ku di komînan de sîstema Hevserokatiy heye û wiha got: “Dema ku pirsgirêka jinekê hebe, mêr nikare çareser bike, ji ber gavên jinê zêdetir cih digre û dikare jê fam bike. Gelek caran dibêjin jin cîgira serokê komînê ye. Lê ev şaş e. Ji ber jin û mêr bi hev re rêveberên komînan in. Mêr bê jinê nikare tu karî bimeşîne. Ger ku mêr bi tena serê xwe kar bimeşîne, dibe sîstema muxtartî û baviksalarî. Sîstema hevserokatiyê dema ku ji pergala komînal re hat dayîn, derfet li pêşiya jinê vekir, da ku jin li pey mafê xwe û tevahî jinan bikeve.”
‘Ev deskeftiyek herî mezin e’
Xaliya Ehmed da zanîn ku roja Şemiyê Endamên Rêveberiya Xweser tên komînan ziyaret dikin û wiha got: “Piştî banga Rêber Apo, Rêveberiya Xweser kiriye ku roja Şemiyê endamên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kar dikin, werin ziyareta komînan, pêşniyarên xwe bidin, bi hev re pirsgirêkên komînan çareser bikin, li ser rê û rêbazên gund û bajaran bi hev re nîqaş dikin û komînan bi rengekî baştir ji nû ve ava bikin. Eger jin xwedî li xebatên xwe yên komînê derkeve, ev deskeftiyek herî mezin e.”
‘Em li dijî navendiyê ne’
Xaliya Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maf û hebûna jinan mîsoger kiriye û wiha got: “Beriya fikir û felsefeya Rêber Apo, maf û hebûna jinê hatibû çewsandin. Rêber Apo got ger jin üzad nebe, civak azad nabe. Jin îro di hundirê komînê de, gihîşt asta ku dîroka xwe bi dest xistiye û karê xwe yên komînê jî zêdetir geş kiriye. Eger rêveberiyên komînan biryaran tenê bi xwe bigrin, ew biryarekî pûç e û bê encam e. Ji ber em li dijî navendiyê ne. Lê dema ku nêrîna endamên komînan û civakê were girtin û bi hev re biryar bigrin, ew biryarek saxlem e û bi encam e.”
‘Em niha bi jinan re dest bi avakirina komînên taybet dikin’
Xaliya Ehmed anî ziman ku Pêwîste Komîn li her deverî werin avakirin û wiha got: “Komîn Dendika Civakê ye, Komîm nirxê Civakê ye. Li Rojava yê Kurdistanê komîn gelekî çalakin, Pêwîste li her deverî Komîn werin avakirin. Em niha dest bi avakirina Komînên taybet bi jinan re dikin. Çênabe ku Komîn biryarekî li ser jinê derxin, jin bi hevre nîqaş dikin û çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re dibîn.”
‘Ji dema berê ve jin xwedî ked e’
Endameya Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Til EL-Elmarûf Zekiya Mihemed, da zanîn ku semîner û perwerdeyan didin jinan û wiha got: “Ji dema berê ve jin xwedî ked e, lê keda jinê ne dihat xuyakirin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, jin bûye xwedî biryar û hebûna xwe îsbat kiriye. Heta îro hinek jin rastî tundiyê tên, ji ber vê em semîner û perwerda didin jinan da ku jin xwe zêdetir nas bike.”