Komeleyek Cezayîrê ragihand ku piştigiriyê dide gelê Xezayê
Komeleya Hûriyê ya jinên Cezayirî beşdarbûna konvoya "Seadfastness" a piştevaniya bi gelê Xezayê re ragihand û da zanîn ku tiştê li Xezayê diqewime ne tenê şer e, felakteke mirovî ye.

Cezayîr – Ji bo hevgirtina bi gelê Xezayê re, konvoya "Seadfastness" ji Tûnisê derket û berê xwe dide Xezayê bi armanca bidawîkirina rêgiriya li ser Xezayê. Bi sedan çalakvan ji Tûnis, Cezayîr, Mexrib, Morîtanya û Lîbyayê beşdar dibin. Karwan dê ji Libyayê re ber bi Misrê ve biçe, dûre jî ber bi deriyê sînor ê Refehê yê Xezayê ve biçe.
'Li Xezayê felaketek mirovî diqewime'
Ji ber şer û pevçûnên ku li Xezayê rû didin her wiha dorpêça li ser herêmê ya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, Komeleya Hûriyê ya Jinên Cezayirê duh daxuyaniyek da û kiryar û binpêkirinên ku gelê Xezayê bi taybetî jin û zarok pê re rûbirû dimînin şermezar kir. Komeleyê da zanîn ku tiştê li Xezayê diqewime ne tenê şer e, felaketeke mirovî ye. Serhiladana gelêrî ya cîhanî yê ku ji paytextên cuda yên cîhanê derket holê ji bo piştevaniya xelkê Xezayê tê wê wateyê ku doza Filistînê hê jî di wijdanê gelan de zindî ye.
'Gelê Cezayîrê piştgiriyê dide'
Komeleyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku konvoya "Seadfastness" a ber bi deriyê sînor ê Refahê ve diçû însiyatîfeke mirovî ye ku peyama hevgirtinê ji bo kesên di bin dorpêçê de dide. Her wiha ev karwan dengê wijdanê cîhanî ye li hemberî dorpêç û şer. Komeleyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxeleya rawestandina şerê li Xezayê bikin. Her wiha bang li rayedarên Misrê jî kir ku derbasbûna konvoya alîkariya mirovî hêsan bikin û asteng nekin. Di heman demê de komeleyê tekez kir ku wê beşdarî hemû însiyatîfên ji bo piştevaniya gelê Xezayê bibin.