Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hemwelatiyan: Zagonên heyî jinan naparêzin
Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hemwelatiyan, têkildarî zêdebûna bûyerên tundiyê bi awayek fikar li Morocco bang kir ku divê hejmara 13’an a zagona 103’an tavilê li ber çavan were derbaskirin.

HENAN HERÊT
Mexrîb – Komeleya têkoşîna wekhevî û hemwelatiyan, têkildarî zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan li Mexribê di 3’yê Cotmehê de civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rapora ku daxwaz dike zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were guherîn pêşkêş kir. Rapor xwe dispêre xebatên bi salan ên li qadê bi jinên mexdûrên tundiyê re li herêmên cuda yên Mexribê, ne tenê belgeyek hiqûqî ye di heman demê de li dijî astengiyên ku jin di xwegihandina edaletê de rastî wan tên weke bangê dinirxîne.
Komeleyê diyar kir ku zagonên heyî mexdûran naparêzin û banga guherîna hejmara 13’an a zagona 103’an kir.
Divê mexdûr werin parastin
Komeleyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê jin di dozên tundiyê de di erka belgeyan de azad bin, di xwegihandina edelatê de rastî zoriyan neyên. Her wiha bal kişandin ku lihvenekirin, rêgeza di dozan de destjênekişandin, di zagonê de bi eşkere were diyarkirin, ev nêzikatî, di girtina êrîşkaran û parastina mexdûran de pêwîstiyek e.
Komeleyê asta mirovî jî ji bîr nekir; daxwaz kir ku malên stargeh ên bi awayek bi ewle û domdar rûmeta jinan diparêzin, werin pêşxistin. Di heman demê de divê desteka aborî û pîşeyî bidin jinan, bi vî awayî encax jiyana ji xeterên derdor serbixwe pêkan dibe.
‘Zagonên heyî nayên pêkanîn’
Dîrektorê komeleyê Buşra Abdul di civîna çapemeniyê de da zanîn ku zagonên heyî tevî gavek girîng in, di wateya rast de kêmaniyên ku asteng dikin mexdûr werin parastin digre nava xwe û got: “Rapor li ser sê xalên bingehîn hatiye amadekirin; pêşîlêgirtin, parastin, derbaskirina zirarê û pêşîgirtina bêcezatiyê. Rapor hedef dike ku zagon ji bo jinan werin pêkanîn û divê tenê weke sererastkirinek li ser kaxezê nemînin. Di heman demê de desteka psîkolojîk û hiqûqî bidin mexdûran, cezayên li dijî êrîşakaran were zêdekirin.”
Komeleyê bang kir
Komeleyê bang li Wezareta edaletê, Wezareta Malbat û Piştevaniyê û Wezareta Malbatê kir ku tavilê dest bi xebatên ku zagonê li ber çavan derbas bikin, bikin ku ev xebat hedef dike parastinek rast ji bo jinan pêk bîne û biryaradariya têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayenda civakî ya Mexribê biteyîsîne.
Buşra Abdu da zanîn ku ev hewldan ne tenê gavek hiqûqî ye, weke nîşaneya zindî ku civaka sivîl xwe bigihîjîne saziyên fermî, bihêzkirina edalet û wekheviyê û di mijara parastina jinan ji tundiyê li herêmê, hedef dikin ku Mexribê bikin welatê nimûne.