Komeleya Hûrê ya Jinên Cezayîrê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê eşkere kir

Komeleya Hûrê ya Jinên Cezayîrê bernameya xwe ya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê eşkere kir.

Cezayîr- Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re Komeleya Hûrê ya Jinên Cezayîrê bernameya xwe ya pîrozbahiyan eşkere kir. Komele dê şahiyekê li ser asta navendî ji bo xelatkirina komek jinan li dar bixe, li kêleka vê şahiyê dê workşopek li ser bihêzkirina rola jinên Cezayîrê di civakê de, astengiyên ku pêşî li pêşketina wan digrin û tedbîrên ku divê di warê mafên jinan û wekheviyê de bên girtin, organîze bike. Têkildarî mijarê serokê Komeleya Hûriya Etîqa Herîşan ji ajansa me re axivî.
Seroka Komeleya Hûriya Etîqa Herîşan diyar kir ku Komeleya Hûriya wê serdana Navenda Neteweyî ya Alîkariya Jinên ku Rastî Şîdetê hatine ya li bajarokê Bo Îsmayîl li parêzgeha Tîpaza ya Cezayîrê bike û wiha pê de çû: "Di sala 1998’an de vê navendê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina jinên ku rastî tecawiz û tundiyê hatine û jinên bê cih û war, vekir. Komele dê pêşwaziya jinên ku di jiyana xwe de rastî bûyerên zehmet û xerab hatine bike. Her wiha dê komele serdana hin navendên din jî bike."
"Di nav daxwazên komeleyê de parastina jinên hevberdayî heye"
Etîqa Herîşan da zanîn ku armanca wan bi vê bernameyê ew e ku balê bikşînin ser jinên ku rastî tundiyê hatine û pirsgirêkên derûnî dijîn û wiha lê zêde kir: "8'ê Adarê roja bîranîna mafên jinan e li seranserê cîhanê, zehmetî û astengiyên li pêşiya wan, hem di jiyana wan a pîşeyî de hem jî di warê civakî de û her wiha tiştên ku jinan di rêwîtiya xwe ya dijwar de ji bo bidestxistina mafên xwe, bi dest xistine hene. Di nav daxwazên komeleyê de derxistina destûrekê ji bo parastina jinên hevberdayî û peydakirina stargehek ji bo wan û zarokên wan heye."