Komeleya ‘Burec’ hewl dide perwerda zarokên Xezayî bidomîne

Tevî dorpêçê, xeta zer û şert û mercên xeternak ên şer, Komeleya ‘Burec’ a ji bo Vejiyana Civakî, pêşkêşkirina xizmetên perwerdehiyê yên sereke yên ji bo zarokan, didomîne.

RAFÎF ISLÎM

Filistîn – Li Filistînê ji aliyek ve bandorên neyînî yên şer, li aliyê din jî hewldanên ji bo kêmkirina van bandoran, berdewam dikin. Yek ji vana jî, perwerda li herêma kampa "Burec" a li navenda Xezayê ye. Tevî ku xeta zer herêmê ji çend aliyan ve dorpêç kiriye û birîndar û kuştî ji mamoste û xwendekaran çêbûne, ev hewldan didomin. Komeleya Burec a ji bo Vejiyana Civakî, xizmetên xwe yên perwerda bingehîn ji bo qonaxa seretayî pêşkêş dike, balê dikşîne ser mafê zarokan ê perwerdê û siyaseta nezaniyê red dike.

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya "Burec" Menal El-Neşwî, dibêje ku avakirina polên perwerdehiyê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet an bêyî wan, bûye pêdiviyek ji ber rawestana xizmetên perwerdê. Menal, ev agahî dan. “Bi taybetî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerde û Fêrbûnê ya Filistînê ve an jî ji aliyê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkarî û Xebatê ya Penaberên Filistînê (UNRWA) ve tên pêşkêşkirin. Piştî ku her du dibistanên ku ji bombebaranê rizgar bûne ji bo koçberan bûn navendên stargehê, zarok li benda paşerojeke nediyar man.”

Menal El-Neşwî da zanîn ji ber ku kampa Burec ji aliyê xeta zer ve hatiye dorpêçkirin, dîtina fînansmanê dijwar e. Menal ragihand bi ahengê ku zarokek di encama êrîşê de hat kuştin, jiyana mamoste û xwendekaran di dema çûyîna dibistanê de di bin xeterê de ye.

Zehmetî û astengiyên li pêşiya zarokan

Menal El-Neşwî diyar kir tevî zehmetiyên ewlehî, dorpêç û ducarîbûna nifûsa koçber a li Kampa Burecê, komele neçar e ku xizmetên perwerdê bidomîne. Menal wiha domand: “Navend tenê dikare 360 zarokan di du deman de bigre. Di demekê de ku gelek zarok li ser lîsteya bendê ne ji ber ku avahiyên çîmêntoyî alternatîfeke biewletir in ji konan re. Navend zarokan ji pola yekem heya pêncem, tevî zarokên xwedî kêmendamiya derûnî dihewîne. Her çend bi tunebûna avahiya wan a sereke ya ku di şer de hatibû bombebarankirin re rûbirû ne jî.”

Ji bo sivikkirina barê li ser xwendekaran alîkarî

Ji bo sivikkirina barê giran ê malbatên koçber û hejar, pakêtên perwerdehiyê û çenteyên dibistanê bi hemû pêdiviyan ve li ser xwendekaran û zarokên xwedî kêmendam hatin dabeşkirin.

Menal El-Neşwî da zanîn ku avahiya navendê hewceyî tamîrkirina ban û maseyan e û wiha bidawî kir: “Her wiha xwendekar bi pirsgirêkên cil, pêlav û xwarina neguncav ku re rûbirû ne. Ev, dibe sedema kêmxwîniyê. Ligel pêdiviya zêde ya amûrên taybet ên ji bo zarokên xwedî kêmendamî, ev rewş didome.”