Komek jinên Raperînê dewreya ajokariyê vekirin

Li herêma Raperînê ya herêma federal a Kurdistanê Ofîsa Ajokaran a Asa ku beriya sê salan hatiye avakirin û hemû erkdarên wan ji jinan pêk tê, ji bo jin bikaribin wesayîdan bajon hewl didin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Li herêma Raperînê ya herêma federal a Kurdistanê beşdariya jinan a kar û xebatê zehmet e. Jinên ku dikarin di karên hatine sînordarkirin de bixebitin, ruxmê hemû zehmetiyan ji bo bigihîjin hedefên xwe dest ji hewldanan bernadin. Ofîsa ajokaran a Asa di navbera salên 2020-2021’ê de li bajarê Ranya yê girêdayî herêma Raperînê ji bo jinan hat avakirin, mamoste û kesên ku beşdarî dewreyên fêrbûna wesayîdan dibin ji jinan pêk tên.

‘Hemû kesên hedefên wan hene dikarin bi ser bikevin’

Mamosteya Ofîsa Ajokaran a Asa, Şûxan Mihemed diyar kir ku ji derveyî herêma Raperînê kesên ji herêmên derdorê jî fêrî ajotina wesayîdan dikin, ji bo jin bikaribin wesayîdan biajon pêwîstî bi vekirina dewreya perwerdeya ajotinê dîtine û wiha got: “Her meh ji bo jin beşdarî dewreyê bibin em dewreyan vedikin. Di mehên havînê de zêdetir ders hene, ji ber xwendekar di mehên havînê de zêdetir xwe qeyd dikin. Beriya vekirina dewreya perwerdeyê kesên beşdar dibûn û mamoste ji mêran pêk dihatin. Ji ber vê yekê ji bo ku zêdetir em jinên wesayîdan diajon û mamosteyan perwerde bikin, me biryar da em dewreyên perwerdeyên ajotinê vekin.”

Şûxan Mihemed da zanîn ku dema hewl didan dewreya ajotinê vekin rastî gelek rexneyan hatine û destnîşan kir ku civaka Raperînê vê rewşê ecêb dîtin û wiha got: “Em rastî astengiyên cuda hatin. Digotin jin nikarin fêrî ajotina wesayîdan bibin. Me hewl da em vê qalibê bişkînin û me cihê xwe vekir, em dikaribûn gelek jinan fêrî ajotina wesayîdan bikin. Di dewreyan de em ji sedî 50 biha dadixin. Em bang li jinên herêma Raperînê dikin ku li mal rûnenin, derbikevin derve û hedefên xwe pêk bînin. Hemû kesên ku hedefên wan hene dikarin bi serbixin. Yek ji van jî ez im. Min cihê xwe vekir û 3 sal in xwedî pîşe me. Her karek zehmetiyên wê hene lê belê hemû zehmetî tên derbaskirin.”

‘Em hewl didin bi awayekî herî baş fêr bikin’

Rêveber û muhasebekara Ofîsa Ajokaran a Asa, Sarêj Xidir Heme diyar kir ku ji karê xwe hez dike û got: “Em cudahiya jin-mêr nakin. Armanca me ew e ku jin baweriya xwe îsbat bikin. Em di ferqa rewşa jinan de ne. Li herêma Raperînê em hewl didin bi awayekî herî baş û bi maliyetek kêm ajotina wesayîdan fêrî jinan bikin. Ev jî dibe sedem ku em di xebatên xwe de serkeftî bin.”